Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê

Şaredariya Gel a Tebqayê 4 hezar û 850 metre xetên kanalîsyonê û zêdeyî 13 hezar û 500 metre xetên avê nû kir.

Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
8 nîsan, 2019   08:22
 UDEY EL-EHMED-TEBQA

Kargeha Buroya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Tebqayê, li navenda bajêr û gundewarên wê  merheleya duyemîn a sererastskirina xetên avê û kanalîzasyonê ku du meh û nîvekê dewam dikir, bi dawî kir.

Di merheleya yekemîn a nûkirinê de ku meha Tîrmehê dest pê kiribû, zêdetirî 4 hezar metre xetên avê û 3 hezar metre xetên kanalîzasyonê hatin nûkirin. Di merheleya duyemîn de guhertina 9 hezar metre xetên avê û hezar û 850 metre xetên kanalîzasyonê hat armanckirin.

Di vê çarçoveyê de xetên hesin bi polietilen (plastîka qalind) hatin guhertin.

Berpirsên projeyê diyar kirin ku lêçûna vê projeyê gihişt 290 milyon L.S. Armanc ew e ku xizmeta 30 hezar xelkê bajarê bike.

Di her du merleyên nûkirinê de, li zêdeyî 120 navend û gundewarên Bakur û Rojhilatê Tebqayê xetên avê û kanalîzasoyên hatin nûkirin. Li bajar 150 km xetên kanalîzasyon û 150 km yên avê hatin nûkirin.

Plansaziyên dema pêş

Têkildarî plansaziya şaredariyê, rêveberê projeyê endizyar Mihemed El-Îbarhîm diyar kir ku buroyên pispor ên şaredariyê lêkonînê dike da ku xetên sereke yên ava depoyên şaxê wekî "Xeznawiya" ya gundewarê başûrê bajêr ku dirêjahiya wê 4 km, xeta gundê Hemam ê gundewarê rojhilat ku hezar û 500 mîter e nû bike.

Li aliyekî din jî Buroya Lêkolînekê ya Saziya Avê ya Tebqayê projeyekê ji bo guhertina pombên avê yên ku ziyan dîtine, amade dike. Li gorî vê projeyê dê 12 pombên li bajar û gundewarên wê werin guhertin.

(bb)

ANHA