Serkeftina QSD‘ê li Reqayê hate pîrozkirin

Serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê bi şahiyekê li taxa Meşleb hate pîrozkirin.

Serkeftina QSD‘ê li Reqayê hate pîrozkirin
Serkeftina QSD‘ê li Reqayê hate pîrozkirin
Serkeftina QSD‘ê li Reqayê hate pîrozkirin
7 nîsan, 2019   13:24
REQA

Pîrozbahî ji aliyê Rêveberiya Jin a Reqayê ve li pêşiya Meclisa Gel a taxa Meşlebê hat lidarxistin. Bi dehan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Şahî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Rêveberiya Jin a taxa Meşleb Bitûl El-Kejwan û bi navê Meclisa Gel a taxa Meşleb, endamê meclisê Fewaz El-Şêx axivîn. Qisekaran serkeftina QSD‘ê û têkçûna DAIŞ‘ê pîroz kirin û gotin: "Îşqa rast îşqa welat û jiyana azad e, li ser vê yekê divê em têkoşînê mezin bikin ta Sûriyeke azad ava bikin."

Di dawiya şahiyê de govend hatin gerandin.

ANHA