Çalakger Şiyar Xelîl rakirin nexweşxaneyê

Şiyar Xelîl ku ji bo bidawîbûna tecrîdê di greva birçîbûnê de ye rakirin nexweşxaneyê.

Çalakger Şiyar Xelîl rakirin nexweşxaneyê
4 nîsan, 2019   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çar aktîvîstên Kurd ên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li sê bajarên Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak hefteya derbasbûyî biryar dan ku çalakiya xwe li paytext Berlînê bidomînin.

Aktîvîstên Kurd li hundirê karavanekê ya li parkeke navbera avahiyên meclîsa federal û serokwezaretiyê çalakiya xwe didomînin. Ji çalakgeran Şiyar Xelîl rewşa wî ya tenduristiyê piştî nîvro giran bû û ji ser hişê xwe çû.

Bang li ambûlansê kirin û ew rakirin nexweşxaneya Chariteyê. Tê gotin ku rewşa Xelîl cidî ye.

Şiyar Xelîl ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 69 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xelîl bi rêya ANF'ê bang li hikumeta federal a Elman kiribû.

Xelîl her wiha bang li alîgirên demokrasiyê û mirovahiyê kiribû û gotibû, "Em ji raya giştî dixwazin ku hîn bêhtir bala xwe li ser tecrîdkirina Rêberê me be. Me xwest li paytext Berlînê dengê xwe bêhtir bidin bihîstin. Serketin wê ya me be."