Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteya polîsan kirin, 2 polîs hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîş li dijî nuqteya polîsan a li bajarokê Gulale pêk anîn. Di encamê de 2 polîsan hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteya polîsan kirin, 2 polîs hatin kuştin
4 nîsan, 2019   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrîş li ser nuqteyek polîsên beşa lezgîn yê bajarokê Gulale ser bi navçeya Xaneqînê ve pêk anîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku êrîş saet 21:30’an de çêbûye û di encama wê de 2 polîs hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.