Siyasetmedarên jin: Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê yekgirtina kedan pêwîst e       

Siyasetmedarên jin ên bajarê Helebê destnîşan kirin ku DAIŞ bi hevgirtina tevahiya pêkhateyên Sûriyê têk çû û wiha got: “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê jî yekgirtina kedan pêwîste.”

Siyasetmedarên jin: Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê yekgirtina kedan pêwîst e       
4 nîsan, 2019   06:15
HELEB-ROZANA DADO

QSD`ê di 23`yê Adarê de têkçûna DAIŞ`ê ragihand. Siyasetmedarên jin ên Helebê serkeftina QSD’ê, yekgirtina pêkhateyan li dijî DAIŞ’ê û çareseriya aloziya Sûriyê nirxandin.

Endama rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Canda Hesen serketina QSD`ê li tevahiya şêniyan pîroz kir û got: "Jinê rolek mezin di vê serkeftinê de lîst û dê dîrok vê rolê ji bîr neke. Dê di bîra nifşan de zindî be." Canda destnîşan kir ku gelê Sûriyê  serket, axa xwe rizgar kir û her mudexeleyek derve red dike.”

Canda  bal kişand ser zulm û binpêkirinên DAIŞ`ê yên li ser şêniyan bi taybet li ser jinan û wiha got: “Divê hişmendiya DAIŞ`ê tune bibe. Tevahiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî mîna Idlib, Cerablus û Efrînê rizgar bibin.”

‘Rola jinê nayê jibîr kirin’

Endama Buroya Jin a MSD`ê Meyesa Tacî serkeftinên QSD’ê pîroz kir û wiha got: “Serkeftinên li dijî DAIŞ’ê ji Kobanê destpê kir. Ji Tebqa heta Reqa û li Dêrazorê tacîdar bû."

Meyesa rola şervanên jin di têkçûna DAIŞ`ê de bi bîr anî û wiha got: “Rola ku jinên herêmê lîstine nayê jibîrkirin."

‘Bi hevgirtina gelan DAIŞ`ê têk çû’

Endama MSD`ê ya Helebê Ferîde Kurdî got: "Em vê serkeftinê li QSD`ê pîroz dikin. Hevgirtina gelên herêmê sedema sereke ya têkçûna DAIŞ`ê ye. Dê bi wê hevgirtinê şaneyên veşartî yên çeteyan tune bibin û tevahiya xaka Sûriyê rizgar bibe."

Di dawiyê de Ferîde Kurdî got: "Di vê pêvajoyê de, ji bo çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê û rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê yekgirtina kedan pêwîst e."

(şx)

ANHA