3 jinên êzidî di kêliyên dawîn de hate rizgarkirin

Emîne Kalo jineke êzidî ye û di 3`ê Tebaxa 2014`an de ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin. Ji malbata xwe hat qutkirin û tu tiştî li ser wan heta niha nizane. Şervanên QSD`ê di kêliyên dawîn de Emîne ji çeteyan rizgar kirin.

3 jinên êzidî di kêliyên dawîn de hate rizgarkirin
2 nîsan, 2019   06:56
EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û bi sedan kes kuştin û bi hezaran jin û zarok revandin. Emîne Kalo, Pakîze Hiso û Xewle Îsmaîl jî 3 jinên êzidî bûn ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin. Her sê jin di 18`ê Adara 2019`an di operasyona dawîn a qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de li Baxozê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Emîne Kalo 42 salî ye û ji şêniyên gundê Koco yê girêdayî Şengalê ye. Emîne diyar kir ku dema çeteyan ew revand, li wê xistin û wiha got: “Dema çeteyan êrîşî gundê me kir, ez ji malbatê cuda kirim. 3 zarokên min hebûn, heta niha tu xebera min ji zarokên min tune ye. Piştre ez birim dibistaneke li gundê Tileferê û piştre di salekê de em veguhestin gelek bajarên Iraqê."

Emîne destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê piştî salekê li Iraqê ew firotin çeteyên DAIŞ’ê yên li  Sûriyê û wiha qala serpêhatiya xwe kir: "Ez li mezrayek li Reqayê mam. Ez neçarî kar û zewacê kirim. Wan her tim em tehdîd dikirin û em difirotin. Em wek xizmetkar li malên wan dixebitîn û em her tim rastî lêdanê dihatin.”

Li Reqayê 3 caran tê firotin

Piştî ku Emîneyê dibin Reqayê, cara yekê difiroşin çeteyekî li Helebê. Piştî 7 mehan li gel wî dimîne, wê difiroşin çeteyekî din. Li cem wî çeteyî her tim rastî îşkenceyê tê. Piştî demekê wê difiroşin çeteyekî din. Ew çete bi derbeya balafirên Koalîsyona Navdewletî tê kuştin.

Piştî ku QSD’ê Reqa ji DAIŞ’ê rizgar kir, Emîne jî tevî çeteyan diçe bajarokê Sûsê, piştre Baxozê. Emîne wiha  got: “Çeteyan ji me xwest ku em bi wan re biçin kampa Baxozê. Lê me qebûl nekir. Me ji wan re got em dixwazin vegerin nava gelê xwe. Lê nehiştin û tevî malbatên DAIŞ’ê em li kampê man.”

Emîne Kalo dibêje çeteyên DAIŞ’ê xendek bi wan didan kolandin, ji bo xwe ji derbeyên QSD’ê biparêzin. Dema rewşa Baxozê dijwar bû, çeteyan nan û av li ser wan qut kir.

Piştî 2 mehan şervanên QSD`ê Emîne Kalo tevî gelek jinên êzidî ji kampa Baxozê rizgar kirin.

Emîne diyar kir ku dema êrîş dijwar bûn, tevî hevalên xwe yên êzidî berê xwe dan herêmên QSD`ê, lê bûn  hedefa moşek û sekvanên DAIŞ`ê. Lê şervanên QSD`ê ew rizgar kirin û alîkarî pêşkêşî wan kir.

Di dawiyê de Emîne Kalo spasiya QSD`ê kir û got: "Em minetdarên wan in."

QSD`ê piştî rizgarkirina jinên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê, ew radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir da ku ew jî radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan bikin û piştre jî radestî malbatên wan bikin.

(şx)

ANHA