Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî hat eşkerekirin

Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn piştî xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî hat eşkerekirin
28 adar, 2019   18:09
KOBANÊ

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî –Sûrî duh bi beşdarbûna 148 kesayatan li Hola Newroz a bajarê Kobanê bi dirûşmeya ‘Ji hevpeymana civakî Sûrî ber bi serdema demokratîk a nû ve’ destpê kir.

Piştî nîqaşên du rojan dom kirin, komxebat vê êvarê bi xwendina encamnameyê bi dawî.

Encamname ji aliyê hevseroka MSD‘ê Emîna Umer ve hate xwendin.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

"Li ser vexwendina MSD‘ê bi dirûşmeya (Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema demokratîk a nû ve) bi sedan nûnerên hêz, partî, saziyên sivîl û çalakgerên Sûriyê yên serbixwe beşdarî komxebatê bûn. Ji bo Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Kobana Sûriyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn.

Di komxebatê de serkeftinên QSD‘ê yên li dijî terorê hatin silavkirin. Beşdaran di nava du rojan de mijara destûr û nexşerêya çareseriya Sûriyê gotûbêj kirin.

Beşdaran li ser rêgezên bingehîn ên destûra nû ya Sûriyê ya komîteya amadekar pêşkêş kiriye, lihev kirin, diyar kirin ku pêwîste destûr xak û yekîtiya Sûriyê misoger bike, pergelaeke siyasî, demokratîk û Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêk were.

Beşdaran her wiha bi cidiyet projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin û wekî projeyeke girîng ku dikare Sûriyê ji aloziya heyî derxîne bi nav kirin û gotin, gereke ev proje li tevahî Sûriyê pêk were. Beşdaran diyar kirin ku nexşereya çareseriya alzoiya Sûriyê ji girtekên destpêkê li ser bingehên siyasî pêk tê. Li ser wê dê aloziya Sûriyê li ser esasê çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî têkildar, di serî de biryara bi hejmara 2254 çareser bibe.

Beşdarên komxebatê her wiha teqez kirin ku ji bilî çareseriya siyasî ku hemû aliyên opozisyonê û hêzên niştimanî yên demokratîk ên laik bêne beşdarkirin tu alternatîfa çareseriyê nine. Bi vê yekê aşatî, aramî û ewlehî li Sûriyê, herêmê û cîhanê dê pêk were.

Beşdaran bang kirin ku pêwîste hemû rengên dagirkerî û hebûna kesên biyanî li ser xaka Sûriyê were bidawîkirin. Ji Efrînê heta Lîwa Eskenderon, Colana dagirkerî û tevahî herêmên ku di demên dawî de ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Ne ji mafê tu kesî yeli ser xaka Sûriyê tazîmat bide anî jî beşdarî dewleteke din bike.

Beşdaran teqez kirin ku bi armanca xurtkirin û pêşxistina nêrîna opozisyona Sûriyê divê rêzediyalogên Sûrî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk veguhere navenda balkişandineke netewî û demokratîk ku yekrêziya opozisyona Sûriyê ava bike xeta danûstandinên ji bo veguhertina ber demokrasiyeke radîkal ve bi rêve bibe.  Beşdaran gotin, MSD û Komîteya Şopandina ji bo berfirhekirina danûstandina bi her aliyên  Sûrî, Erebî, herêmî û cîhanê erekedar kirin da ku kongreyeke niştimanî Sûrî giştî were lidarxistin."

ANHA