Ciwanên Tebqayê agirê Newrozê dadan

Bi dehan ciwanên Tebqayê bi wesîleya Newrozê meşek bi meşeleyan li dar xistin û agirê Newrozê dadan.

Ciwanên Tebqayê agirê Newrozê dadan
20 adar, 2019   19:18

TEBQA

Bi pêşengtiyan Meclisa Ciwanên Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan îro bi dehan ciwanên Tebqayê bi boneya Newrozê meşek meşaleyî li dar xistin.

Meş ji çêrxerêya Furqan a taxa Sanî ya bajrêr ber bi Akademiya Civaka Demokratîk a taxa Ewel ve destpê kir. Di meşê de ciwanan dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û banga rizgarkirina xaka Sûriyê di serî de Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berz kirin.

Meş li ber Akademiyê rawestî, ciwanan li vir agir vêxistin û li dorê xelekên govendê gerandin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku cara yekem e li herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê Newrozê tê pîrozkirin, piştî ku di dema rejîmê de û piştre komên çeteyên artêşa azad, El-Nusra û DAIŞ`ê hatibû qedexekirin.

(şx)

ANHA