ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.03.2019
11 adar, 2019   05:00

- Pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-  Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Qonaxa dawîn a ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Buroya Karûbarê mirovahiyê wê bi rêxistinên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, li navçeya Eyn Îsayê bicive. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê û Şehbayê sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê re dixwazin. Wê konê sersaxiyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qirah a kantona Şehbayê were vedan. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Şaredariyan û Ekolojî ya Herêma Cizîrê, navenda Rûşin a Pêşxistina Jinê li bajarê Qamişlo vedike. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partî û hêzên siyasî yên Rojava di çarçoveya qonaxa duyemîn a banga KNK-Rojava de, wê bicivin. Civîn wê li eywana Zana ya bajarê Qamişlo were lidarxistin. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Lihevanînê û Edaletê ya Kantona Qamişlo, 4 malbatên Qamişlo ku ji ber kuştina ciwanekî nakokî di navbera wan de derketibûn, wê li bajarê Qamişlo lihev bîne. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi armanca bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê ya Qamişlo, wê şêniyên bajarê Qamişlo findan vêxin. Saet 19:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sîstema xwerêvebirinê, hemû hewldanên tevliheviyê têk birin. Êrîşa ku roja 11`ê Adara 2013`an li dijî Şaredariya Gel a Qamişlo pêk hat, bû pêngaveke veguherînê, gelên herêmê vîna xwe raber kir û hemû planên têkbirina Rêveberiya Xweser têk birin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Xelîl Ebdî diyar kir ku destpêka binketina DAIŞ` ê li Kobanê bû ku bi saya şervanên QSD’ê îro xetereya herî mezin a li ser cîhanê tune dibe û êdî li Dêrazorê çeteyên DAIŞ`ê bi dawî dibin.

- Gundê Qişle li navenda deştên herêma Firatê ye û wek bilindtirîn lûtkeyên herêma Firatê tê hesibandin. Gir rolek mezin di êrîşên li dijî êlên Kurdan de di serdemên berê de lîstiye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê diyar kirin ku ew li kantona Şehbayê dimînin da ku berxwedana xwe li dijî dagirkeran bidomînin, ji ber ku erdnîgariya herêmê nêzî Efrînê ye û gotin: "Efrîn giyan e, gelo çawa em ê bê giyan bijîn?".(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bûyerên 12`ê Adarê ango serhildana Qamişlo di bîra her Kurdekî de hertim zindî ye. Qezafî Ismat şahidê wê bûyerê ye û deteyên wê rojê bi bîr xistin. Ismate dibêje dîmena zarokên birîndar qet ji bîra wî naçe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Apê Osman beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê rolek di perwerdekirina şêniyên gundê xwe li ser bikaranîna çekan de lîst, da ku destkeftiyên şoreşê li herêmê biparêzin. Di Berxwedana Serdemê de jî derketina ji Efrînê red kir û piştgiriya şervanên YPJ û YPG`ê kir.(BI WÊN Û DÎMEN)

-Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber hene. Rêveberî hewl dide pêdiviyên wan bicih bîne. Rêveberî bang li NY kir ku sozên xwe yên destekdayîna koçberan bicih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Akademiya Jineolojiyê bi rêya navendên jineolojiyê, dibistana amedehiyê, Enstîtuya Andrea Wolf û Fakulteya Jineolojiyê fikra jiyana azad û wekhev, nasname, hebûn û zanista jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek welatê cîhanê belav dike.

-Kongreya Star bi amadebûna şandeya jinên Ispan ên ji herêma El-Basik hatine, wê semînerekê li ser destekeftiyên şorea Rojava û berxwedana Kobanê bide. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA