Hemû jin di 8‘ê Adara derbasbûyî de li Efrînê bûn yek

Par wekî îro, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan, Iraq, Filistîn û dewletên Ewropayê 8`ê Adarê li kêleka jinên Efrînê pîroz kir ku di wê rojê de jinên Efrînê bi cesaret û vîneke xurt li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê disekinîn.

8 adar, 2019   07:02

FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê 20‘ê Çileya sala derbasbûyî dest bi êrîşên hovane li dijî kantona Efrînê kir. Hêzên dagirker di êrîşên xwe de hemû çekên giran, di nav de balafirên şer, bi kar anîn û hemû tiştên li derdora xwe didîtin, dikirin hedef.

Gelê Efrînê bi zarok, mezin, ciwan û kesên temenmezin li pişt şervanan YPJ û YPG‘ê sekinî û berxwedaneke mezin nîşan da ku mîna wê di dîroka de nehatiye dîtin. Lewre hêja bû ku navê "Berxwedana Serdemê" jê re were gotin.

8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sala par bi rengekî cuda hate pîrozkirin. Di 6`ê Adara 2018`an de bi armanca piştgiriya jinên Efrînê û pîrozbahiya 8‘ê Adarê,  nûnerên 17 partiyên siyasî, 8 rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal, Lubnan, Filistîn û gelek dewletên Ewropayê serdana Efrînê kir.

Kerwanê jinan bi kêfxweşî û moraleke bilind gihîşt Efrînê û bi coş ji aliyê jinên Efrînê ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya jinan di bin top û bombebaranê de, serdana Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li navenda bajarê Efrînê kir û gul danîn ser gorên şehîdan. Her wiha ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Efrînê xwîn dan birîndarên êrîşên dagirkeriyê û gelek daxuyaniyên piştgiriya berxwedana bi jinên Efrînê re ragihandin. Şande tev li merasîma oxirkirina şehîdên Berxwedana Serdemê û çalakiya piştgiriya Berxwedana Serdemê li gundê Qeretebe yê navçeya Şera bûn.

Jinên Efrînê jî got ev piştgirî cihê serferazî û şehnaziyê ji bo wan e û hevgirtina jinan diyar dike.

Ji aliyekî din ve li paş hevgirtin û piştgiriya jinan li tevahiya Kurdistanê, hêza jinên Kurd hebû. Jinên Kurd bi vîna xwe komployên navdewletî li dijî gelê Kurd têk birin û kevirê bingehîn ji bo hewldana yekrêziya refa Kurd û yekitiya neteweyî danî.

Di 8`ê Adarê de bi dirûşmeya “Parastina Efrînê parastina şoreşa jinan e” bi hezaran jinên Efrînê ji tevahiya pêkhateyan û bi tevlêbûna şandeyên jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her çar parçeyên Kurdistanê, Filistîn û Lubnanê meşek girseyî li dar ket.

Ruxmî hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda kantona Efrînê li nêzî meşa jinan, lê jinan meşa xwe berdewam kir. Bi bilindbûna dengê topbaran û firîna balafirên şer li asîmanên bajêr, dengên jinên azad bilind bû û sloganên berxwedanê berz kirin.

Jinan bi tevlêbûn û pêşwazîkirina 8`ê Adarê bi yek rihî di Berxwedana Serdemê de, sekneke leheng û destanî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan da û derbeyek li dijminên jinan xist.

(şx)

ANHA