Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8'ê Adarê

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkidarî 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de rêzeçalakiyên hatin lidarxistin.

4 adar, 2019   18:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Bakur û rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakî lidar xistin

TEBQA

Rêveberiya Jin a herêma Tebqayê bi armanca ku balê bikşîne ser çand û kevneşopiya herêma Firatê li ber Akademiya Jina Sûriyê ya Tebqayê kon veda.

Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê, endamên Komîteya Çand û Hunerê, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Meclisa Ciwanên Tebqayê û bi dehan endamên jin ên saziyên sivîl tevî çalakiyê bû.

Jinan bi cil û bergên xwe yên filklorî beşdarî çalakiyê bûn. Di bin konê çalakiyê de nanê sêlê hate lêxistinû bi alavên kevin qehweya erebî amade kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Jin a Tebqayê axaftin hate kirin. Di axaftinê de 8`ê Adarê li dayik û hevserên şehîdan hate pîrozkirin. Her wiha hate teqezkirin ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêz û têkoşîna xwe êdî bûye xwedî vîn û destanên berxwedanê yên efsanewî xêz kirin bi taybet jinên Efrînê.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Reşa Taha axivî û behsa rola şehîdan di rizgarkirina jinê de ji koletiyê kir û got: "Şehîd wateya çanda gelan û biratiyê belav kirin û em jî koletiyê rizgar kirin."

Piştî axaftinan berhemên hunerî û gelêrî ji hêla koma zarokên navenda çandê hatin pêşandin. Di dawiya çalakiyê de xwarinek gelêrî bi navê El-Serîd hate dayîn.

DÊRAZOR

Rêveberiya Jin a Dêrazorê bi merasîmekê navenda meclisa jinan li bajarokê Siwer ê li rojhilatê Dêrazorê vekir.

Bi dehan jinên herêmê beşdarî merasîmê vekirina navenda meclisê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclisa Jin a bajarokê Bisêrayê axaftin hat kirin. Di axaftinê de 8'ê Adarê li jinan hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê hate xwestin.

Deriyê navendê ji aliyê xwişka şehîd Mudehî Hemadî ve yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Endamên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, serdana Foca leşkerî ya YPJ'ê ya Şehîd Devrem a rojavayê navçeyê, Meclisa Leşkerî ya Suryan a gundê Rotan, Hêzên Asayîşê û Yekîneyên Disîplîna Leşker kirin.

Endamên Kongreya Star Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz kirin û piştgirya xwe bi wan re anîn ziman. Paşê gul diyar wan kirin.

Bi heman armancê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Tirbespiyê semînerek li Peymangeha Şehîd Hesan da. Bi dehan mamosteyên navçeyê tevlî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Xada Celal ve hate dayîn.

Xade Roja Jinan a Cîhanê li mamosteyan û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û rola mamosteyên jin di avakirina nifşan de destnîşan kir.

Di dawiyê de belgefîlmek li ser têkoşîna jin hate pêşandan.

TIL HEMÎS/ TIL BIRAK

Jinên endamên saziyên sivîl ên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê bi cil û bergên xwe yên filklorî serdana navenda YPJ'ê ya Şehîd Sozdar kirin û gul diyarî şervanan kirin.

SERÊKANIYÊ

Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê dest bi xemilandina bajar kirin. Jinan çerxerêya Mîtan, Çerxerêya Şehîdan û ya Waşûkanî bi wêneyên Ocalan, alên YPJ û YPG'ê xemildandin.

ŞEHBA

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şehbayê li navçeyên Ehris, Kefernaya û gundê Um El-Hoş ên girêdayî kantona Şehbayê semîner organîze kirin.

Di semînerekê de dîroka 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate vegotin. Her wiha hate destnîşankirin ku jinan bi pêvajoya Şoreşa Rojave re roleke pêşeng kirin û di her qadan de xwe îsbatkirin.

Di dawiya semînerê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hatin avêtin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi heman mebestê, jinên ciwan daxuyaniyek dan û mişele li Qada Jina Azad vêxistin.

Daxueyanî ji aliyê  yek ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê, Rodîn  Bozan ve hat xwendin.

Rodîn ev titş got;

“Wekî jinên ciwan em li vê derê kom bûne ji bo ku em 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Leyla Guven û li Rêberê Gelan Abdulah Ocalan û hemû jinên berxwedêr pîroz bikin. Wekî tê zanîn 8`ê Adarê rojeke pir girîng e ji bo jinên ciwan. Di vê rojê de me mafê xwe nas û bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo me serkeftinên mezin bi dest xistin. Lew re pêwîste hemû jinên cîhanê xwedî li Rêber Apo û li hemû jinên ku di zîndanan de derkevin û azadiya wan misoger bikin.

Wekî jinên ciwan ên Kobanê, em soz didin ku em xeta Rêber Apo û hemû jinên têkoşer bidomînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê mişele li Qada Jina Azad hatin pêşxistin û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe, bijî berxwedana Leyala û jin jiyan azadî" hatin avêtin.

ANHA