Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin

Şervanê Hêzên Taybet ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îhab Hemed Abdullah bi merasîmekê hate veşartin.

Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
Şehîd Dilovan li Minbicê hate veşartin
20 sibat, 2019   16:16

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Taybet ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îhab Hemed Abdullah (Dilovan) ku di 16‘ê Sibatê de li navçeya Eyn Îsayê dema erka xwe pêk di anî şehîd bibû, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîma leşkerî pêk hat. Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Îbrahîm Hemdan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, şehîd Dilovan qehremanên rasteqîn e ku canê xwe ji bo xizmeta civaka xwe feda kiriye.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarên wê endama meclisê Henadî Mihemed bang xwedî derketina li nirxên şehîdan kir.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Serokê Navenda Karûbarên Olî Elî Cemîlî axivî û bal kişand ser ewlehî û aramiya ku bi xwîna şehîdan pêk hatiye û got, şehîd ji bo afrandina jiyaneke azad û bi rumet canê xwe feda kirine.

Di merasîmê de bi navê Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku bajarê Minbicê bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin û wiha got: "Ji terorê re na, bi rihê têkoşînê û fedayetiyê Minbic azad bû. Terora DAIŞ‘ê di bargeha xwe ya dawî de tine dibe, ev yek delîlê ku armancên şehîdan pêk tê."

Piştî axaftinan nasnaneya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan di Goristana Şehîdan de hate veşartin.

ANHA