`Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin`

Bi dirûşmeya "Bi îradeya jinên azad em ê dagirkeriyê hilweşînin" Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê semînerek da.

`Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin`
`Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin`
`Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin`
`Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin`
15 mijdar, 2018   12:45

QAMIŞLO

Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan bi dirûşmeya "Bi îradeya jinên azad em ê dagirkeriyê hilweşînin" Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê semînerek bi beşdariya bi dehan jinan li dar xist.

Semînerê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya Kongreya Star li kantona Qamişlo Şeha Xelîl rola jinan di civaka xwezayî de û çawa sîstemên desthilatdar ev yek dagir kirin û ew ji rola wê di avakirina civakê de dûr xistin, şîrove kir. Şeha Xelîl di semînerê de bi bîr xist ku zîhniyeta baviksalar jin ji civak û hemû qadên wekî siyasî, leşkerî û civakî dûr xistin. Lê piştî şoreşa Rojava jinan di rêveberin û civakê de xwe îsbat kir.

Cîgira Hevserokatiya Kantona Cizîrê Nadiya Yûsif destnîşan kir ku divê hemû jin li hemberî şîdetê têkoşînê bikin.

Paşê Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê belavok li ser tekoşîna li dijî şîdetê û cureyên wê, sedem, zirar û pêşîlêgirtina şîdeta li dijî jinan, belav kir.

(jo)

ANHA