Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojava rêjîma Îranê şermezar kir

Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê darvekirina girtiyên Kurd Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Husên Penahî û rêjîma Îranê şermezar kir.

Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojava rêjîma Îranê şermezar kir
9 îlon, 2018   15:44

QAMIŞLO

Rêjîma Îranê duh (8’ê Îlonê) li girtîgeha Recaîşar ya li bajarê Keracê girtiyên Kurd Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn HusênPenahî darve kiribû.

Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê îro saet 17.30‘ an bi daxuyaniyekî darvekirina siyasetmenderên kurd û rejîma Îranê şermezar kir. Daxwuyanî li ber Navenda Tekîliyên Dîplomasî a Ciwanan de hat dayîn û ji aliyê berdevkê Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Abdulxenî Omar ve hate xwendin.

Daxûyaniya ciwanan wiha ye;

"Dîroka gelê Kurd  a têkoşînê li dijî dagirkeriyê, dîroka kûr û dirêj e. Di heman demê de dîroka qetlîam û êrîşên dewletên dagirker li ser gelê me dîrokekê dûr û dirêje. Çi dewleta Tirkiyê be, çi jî dewleta Îranê be, bi tevahî hebûn û desthilatdariya xwe li ser parçekirina Kurdistanê û siyaseta qirkirina gelê kurd avakirine û li ser vê bingehê didin domandin. Ji ber vê yekê ti carî kurdekê azad qebul nekirine û qebul nakin jî. Kî dengê xwe bike, li hebûna xwe xwedî derkeve dibe hedef ji dagirkeriyê re. Di vê çarçoveyê de dagirkerên Îranê doh bi awayekî herî qirêj û bêexlaq êrîş birin li ser baregehên Hizbe Demokratî Kurdistanê û Partiya Demokratî Kurdistanê – Îran li Koye/Başurê Kurdistanê. Di heman demê de jî xebatkarên girtî yên doza kurdî Ramîn Husên Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî li Îranê hatin darvekirin. Bi navê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê em van êrîşan bi her awayî şermezar dikin, em piştgiriya xwe ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê raber dikin û sersaxî ji gelê me re û taybet ji malbatên 21 şehîdên Koyê û 3 şehîdên dawî hatine darvekirin re dixwazin.

Yekitiya Netewî çareserî ye

Tenê rojekî beriya vê êrîşa hovane li ser Koye, Rêjîma Îran, Dewleta Tirk a faşîst û Rusya li hev civiyabûn. Em baş dizanin ku ti civînên van dewletana bê ku komployekî nû ya qirêj li ser gelê me pîlan bikin derbas nabe. Mîna gelê kurd divê em vêna baş bizanibin ku ti encam naye girtin dema em pişta xwe bidin hin dewletan, ji wan bawer bikin, tenê yek çare ji me re heye û ev jî yekitiya netewî ye. Bi pêkanîna Yekitiya Netewî em ê karibin dagirkeriya li ser çar perçeyên Kurdistanê bişkînin û welatekê azad avabikin. Çawa ku Tirkiye berê demekê nêz êrîşê Şengalê kiribû û li wir şoreşgerê mezin ê kurd Mam Zekî Şengal şehîd xistin, niha jî bi heman zihniyetê Îranê li ser navend û rêveberiyên HDK û PDK-Î êrîş kir. Li çar aliyên welatê me dagirkerî di asta herî jor de bi hev re li dijî hemu hewldanên azadiyê di nava liv û tevgerê de ne, lê em bizanin jî ji her demî zêdetir hêz, bawerî û îradeya me xurt e. Ji tirsa mirinê dewletên dagirker dîn û har bûne, lê wexta em dest bidin hev û bi hev re bi yek dengî têkoşîn bikin, şer bikin û li ser şopa şehîdan bimeşin em ê mutleqa jî serbikevin.

Li ser navê Ciwanên Rojavayê Kurdistanê em dubare sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û em soz didin xwîna şehîdan li erdê nehêlin. Li kuderê be bila bibe, em ê mîna ciwanên kurd li dijî dagirkeriyê bisekinin û serî hildin."

Dawiya daxwûnaniyê de sloganên ‘Bimre dagirkerî’  û ‘Bijî Yekitiya Netewî! Şehîd namirin’ hat avetin.

(mk/sa)

ANHA