Êzidiyên Amûdê: Êdî bes e

Êzidiyên Amûdê banga yekitiyê li gelê Kurd kir. Her wiha şêniyan nameyek ji hikumeta Iraqê re yek jî ji hikumeta Herêma Kurdistanê re şandin û tê de diyar kir ku êdî divê  dawî li xiyaneta li dijî Êzidiyan were.

Êzidiyên Amûdê: Êdî bes e
19 tebax, 2018   08:50

EHMED SEMÎR - EMÎNE EL-ELÎ / QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk di 15'ê Tebaxê de, kerwanê ku ji merasîma bîranîna Komkujiya Koço vedigerîn, bi balafirên bêmirov hedef girt. Di encamê de endamê Koordînasyona Civata Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû.

Êzidiyên Amûdê ev êrîş şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li hemeberî dagirkeran bi yekrêzî û bi yekitî bisekinin, li hemberî xetereyên ku rastî gelê Êzidî tên, xwe bikin yek.

Hikumeta Başûr ji bo gelê Êzidî dest ji têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bernade

Şenî Xelef Silêman, ji kesên ku bi dagirkeran re hevkar in xwest dest ji xiyaneta gelê xwe berdin û wiha got: "Ji xiyanet û hevkariya wê bi dewleta Tirk re ji bo tunekirina gelê Êzidî êdî bes e."

Girêdayî bêdengiya hikumeta Iraqê û başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşa dewleta Tirk li ser herêma Şengalê Silêman wiha axivî: "Hikumeta başûrê Kurdistanê dost û hevalê Erdogan û dewleta Tirk e. Ew li ser hesabê dewleta Tirk dixwin, vedixwin û dijîn. Her wiha ji bo gelê Êzidî û gelê Kurd başûrê Kurdistanê dest ji têkiliyên aborî bi Tirkiyeyê re bernade. Ev helwesta hikumeta Iraqê ye jî."

Mam Zekî, Êzidî bi rêxistin kirin

Silêman di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk Mam Zekî Şengalî piştgerê gelê Êzidî kir hedefa xwe. Zekî Şengalî piştî qirkirina dawîn a li ser gelê Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatibû, gelê Êzidî bi rêxistin dikir.

Şenî Xelef Silêman tekez kir ku hebûna tevgera azadiyê, hebûna gelê Êzidî diparêze. Eger ew bi dawî bibe dê Êzidî jî bi dawî bibin û wiha pê de çû: "Lê kesên parastina mirovahiyê dikin tu carî tune nabin. Bi hezaran ewladên gelê Êzidî li ser şopa Mam Zekî dimeşin."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Silêman Hesen ji Êzidiyên Amûdê ye, êrîşa dewleta Tirk li ser Herêma Şengalê tawanbar kir û bêdengiya cîhanî û Iraqê der barê êrîşê de şermezar kir.

Iraq di êrîşa li ser Şengalê de beşdar e û herêma Başûr ne bê guneh e

Têkildarî bêdengiya hikumeta Iraqê, Hesen diyar kir ku sînorên hikumeta Iraqê xêz kirine û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve naskirî ne. Lê ew li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk ên hewayî û bejahî ve bê deng e. Ev jî îsbat dike ku ew bi dewleta Tirk re di êrîşê de hevkar e.

Her wiha Hesen destnîşan kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji vê êrîşê ne bê guneh e. Ji ber ku hevkarê sereke ya dewlet Tirk e. Ji ber tirsa hikumeta Başûr ji qutkirina Tirkiyeyê ji têkiliyên di navbera wan de, li hemberî êrîşê tu bertek nîşan neda û wiha pê de çû: "Ez lihevkirinên wan li ser êrîşê dûr nabînim."

(şx)

ANHA