Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan

Rêxistina Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Helebê belgefîlmek bi navnîşana "Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li taxa Şêxmeqsûd organîze kir.

Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan
Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan
Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan
Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan
Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan
Fîlîmê"Di nava kavil û bermaniyan de zarokatiya windayî" li Helebê hate nîşandan
14 tebax, 2018   17:25

HELEB

Rêxistina Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Helebê di çarçoveya pêngava " Ji bo rizgarkirina zarokan û avakirina nifşekî saxlem bi hev re em kar bikin" ku di 9‘ê Tebaxê de bi armanca xelaskirina zarokan ji şer û aloziyê dabû destpêkirin belfefîlmeke bi navê "Di nava kavil û bermahiyan de.. zarokatiya windayî" nîşan da.

Belgefîlm bi amadebûna bi dehan şêniyan li taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Rêveberê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Bera Mehmûd bi rêxhatina beşdaran kir û got, "Di salên aloziyê de gelê Sûriyê, bi taybet zarok rastî zext û azaran hatin, ji mafê xwe yê herî biçûk mehrûm man. Ji ber ku ciwan dînamîka sereke ya civakê ne û dikarin civakê di herî aliyan de pêş bixînin, em ev pêngva da destpêkirin, da ku êşa zarokên Sûriyeyê ji raya giştî re ragihînin."

Piştî axaftina Bera belgefîlîm hate pêşkêşkirin. Navaroka film behsa serpêhatiyên zarokên Sûriyeyê dike, ku rastî komkujî, koçberkirin, bê mafî bûne, her wiha êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê û komkujiyên ku bi sedan zarok kirin qurbanî parve dike.

Di dawiya pêşandana fîlîm de dirûşmeyên rizgarkirina zarokan û rawestandina şer hatin berizkirin.

(bb)

ANHA