Qurbaniyên komkujiya  Koço ya Şengalê hatin bîranîn

Bi merasîmekê qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê hatin bîranîn.

Qurbaniyên komkujiya  Koço ya Şengalê hatin bîranîn
14 tebax, 2018   16:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Di 14'ê Tebaxa  2007'an de bi 4 kemyonên tijî bombe, li gundên Siba Şêx Xidir û Til Ezer ji aliyê hêzên terorîst ên ser bi El-Qaîdeyê ve komkujiyek hat kirin. Di vê komkujiyê de nêzî 700 kes hatin qetilkirin. Her wiha ji dehan kesan jî hê agahî nîne. Di 14'ê Tebaxa 2014'an de jî çeteyên DAIŞ'ê gundê Koço yê girêdayî Şengalê 12 rojan dorpêç kirin. Lê ti hêz û saziyên mafên mirovan li hemberî vê dorpêçiyê dengê xwe dernexistin û li pêş çavên hemû cîhanê, bi sedan mirovên Êzidî di dema vê dorpêçkirinê de hatin qetilkirin.

Bi boneya 11’emîn salvegera teqîna ku li navçeya Gir Ezêr û Sîba Şêx Xidirê yên ser bi Şengalê rûdayî, li ber avahiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê merasîmek a bîranînê pêkhat. Di merasîmê de gel û nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê amade bûn. Piştî merasîmê gel berê xwe da gundê Koço.

Li dibistana navenda gundê Koço qurbaniyên komkujiya gundê Koço ji aliyê Meclîsa Xweriya Demokratîk a Şengalê ve bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di bîranînê de bi sedan kes amadebûn. Girseyê serdana dibistana ku bi sedan kes têde dîl hatin girtin û gorên bi komî kirin.

Piştî serdana goran hat kirin, gel lihev kom bûn û ji bo şehîdên fermanê deqeyek rêzgirtin hate girtin.

Di serî de li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Hevserokê Meclîsê Hisên Hesan axiv û diyar kir ku divê her Êzidî komkujiyê li bîra xwe bîne û tifaqê xurt bikin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  jî Neam Xwedêda axivî. Xwedêda diyar kir ku kombûna civaka Êzidî ya li gundê Koçu tifaqa Êzidiyan nîşan dide.

Pişti axaftina merasîm bi dirûşmeyan di dawî bû.