Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû

Çalakiyên hefteya çandê ya ku ji aliyê Tevgera Kevna Zêrîn a Kantona Efrînê ve hatî organîzekirin, îro bi şahiyekî li navçeya Til Rifetê bi dawî bû.

Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû
Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû
Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû
Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû
Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû
Çalakiyên hefteya çandê bi dawî bû
5 tebax, 2018   19:47

ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê li dijî polîtîkeyên dewleta Tirk ên bi armanca helandina çanda herêmê çalakiyên hefteya çandê dabû destpêkirin. Di çarçoveya çalekiyê de pêşengeh, şano û stranên folklorî hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên hefteya çandê îro bi şahiyekê li navçeya Til Rifetê bi dawî bû.

Di şahiyê de, Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn Bêrîvan Dadax axivî û diyar kir ku gelê Kurd hewl dide çanda gelê Kurd asîmle bike û anî ziman ku ew çanda xwe biparêzin.

Bêrîvan destnîşan kir ku çalakiyên wan berdewam e.

Paşê jî Koma Şehîd Silava ya Mûzîkê stranên folklorî  û Koma Şehîd Viyan Soran dîlan pêşkêş kirin. Her wiha şanoya bi navê "Dil û Mejî" ji aliyê Koma Şehîd Serdem ve hate pêşkêşkirin.

Şahî bi xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA