Îranê bersiv da Amerîkayê

Serokê DYA'yê Donald Trump ku timî mesajên tund dide Îranê, niha jî ragihand ku ew amade ye 'bê şert' bi Îranê re hevdîtinê bike. Îranê jî diyar kir ku divê DYA li peymana nukleerî vegere.

Îranê bersiv da Amerîkayê
31 tîrmeh, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kir ku 'eger daxwaz bê kirin' ew dikare bê şert bi rêveberiya Îranê re hevdîtinê bike.

Trump da xuyakirin ku Îran di nava pêvajoyeke giran de ye û pê bawer e ku hevdîtin dê ji bo çareseriya pirsgirêkan 'kêrhatî' be.

Îranê jî li ser zimanê cîgirê serokê Rêveberiya Serokatiyê Hemîd Ebû Talibî bersiv da Trump û got pêwîst e Amerîka vegere peymana nukleerî û rêzê ji Îranê re bigire.

Trump peymana nukleerî ya bi Îranê re di sala 2015'an de hate mohrkirin bi bîr xist û ji nû ve ferzkirina pêkanînên aboriyê yên beriya niha hatibûn rakirin, nirxandin. Trump îdia kir ku peymanên beriya niha bi Îranê re hatin kirin 'bê wate' ne.

Donald Trump ji bo rêveberên Îranê ku bi mehan e bi rengekî aborî zextê li wan dike, got ku hêvîdar e ew jî alîgirên hevdîtinê bin.

(kc/ew)