Pêşangeha pirtûkan ji bo çanda xwendinê bû qonaxek

Xwendevanên pêşangeha pirtûkan li ser pêşangehê nirxandin kirin û diyar kir ku xebatên bi wî rengî civakê bi pêş dixin û çanda xwendinê di nav civakê de berbelav dikin.

Pêşangeha pirtûkan ji bo çanda xwendinê bû qonaxek
Pêşangeha pirtûkan ji bo çanda xwendinê bû qonaxek
Pêşangeha pirtûkan ji bo çanda xwendinê bû qonaxek
26 tîrmeh, 2018   06:32

MÛRADA KENDA-KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Duyemîn pêşangeha pirtûkan ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawîş (Herekol) li bajarê Qamişlo li Hola Zana di 20’ê Tîrmehê de bi slogana “Em bi xwendinê zindî dibin” dest pê kir. Gelek nivîskar, rewşenbîr, mamoste û xwendevan tev li pêşangehê bûn. Di nav pêşangehê de pêşangeha wêneyên şervanên YPG/YPJ’ê, pêşangeha wêneyên Hêzên Asayîşê û tabloyên Navenda Jinên Rewşenbîr jî hatin pêşkêşkirin.

Di bernameya pêşangeha pirtûkan de semîner li ser mijarên rewşa çandê li Rojava, nivîskarên kurd yên ku bi zimanê erebî dinivîsin, li rojavayê Kurdistanê helbesta cengê, di wêjeya şoreşgerî de jin, û girîngiya şanoyê hate dayîn. Nîqaşên 4 maseyên girover jî li ser mijarên di şoreşê de morala gel û rastiya ragihandinê, li ser werger, pêşketinên serdemê û ol, pêşketinên muzîka cîhanî û ya kurdî hate nîqaşkirin. Her wiha nivîskar jî ji xwendevanan re pirtûkên xwe îmza kirin. 

Pirtûk bi zimanê kurdî, sûryanî, ermenî, tirkî, îngilîzî û erebî hatin dayîn. Wêje, dîrok, çand, helbest, çîrok, rexne, lêkolîn, ferheng, siyasî, şano, ziman, parêznameyên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roman, muzîk, bîrdozî, felsefe, pendên kurdî, nirxandin, jineolojî, pirtûkên zarokan di nav cureyên pirtûkan de cih girt.

19 weşanxane (Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Weşanxaneya Tekwînê, Desteya Çand û Hunerê, Kovara Sormeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Tepqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Weşanxaneya Zamanê, Pirtûkxaneya Rêber Abdullah Ocalan “Netewa Demokratîk”, Pirtûkxaneya Manîsa, Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, Salih Heydo, Saziya Şopdarên Rojê, Nivîskarên Din, Komeleya Çandî ya Sûryanî, Weşanxaneya Şilêr, HRRK, Akademiya Civaka Demokratîk) û saziyan cihên xwe di nav pêşangehê de girt. Berhemên 3 hezar nivîskaran di pêşangeha pirtûkan hatin pêşkêşkirin.

Xwendevanên ku beşdarî pêşangeha pirtûkan bûn, nêrînên xwe ji ajansa me Hawarê re diyar kirin.

Çanda xwendinê dê me xurttir bike

Xwendevana 68 salî Emîra Xerêdîn El Xalidî diyar kir ku yek ji berhemên pêşangeha pirtûkan ku hejmara xwendevan û pirtûkan zêde kiriye û wiha pê de çû: “Hemû cureyên pirtûkan di nav pêşangehê de cih girt. Di nav şer de jî gelê kurd dev ji girêdana xwe ya pirtûkan bernade. Dibe pêşangehê wiha her sal bidomin û bi bernameyên cuda jî berdewam bikin. Da ku hemû gelên rojavayê Kurdistanê ji xwendinê dûr nekevin û xwe zêdetir bi pêş bixin. Xwendina pirtûkan dê zanistiya Rojava xurttir bike. Zanist pêşketina welat e.”

Vekirina pêşangehê gaveke pîroz e

Botan Hoşê anî ziman ku vekirina pêşangeha pirtûkan ji bo gelê Rojava gaveke nû bû û wiha got: “Asta xwendina civaka Rojava bi tevlêbûnan zêde diyar bû.  Pêşangehê bala ciwanan kişand. Çanda gelan di pêşangehan de belav dibe. Vekirina pêşangehê wekî pêşketin û gaveke pîroz e. Sala borî jî ez tev li pêşangehê bûm. Hejmara tevlêbûna pêşangehê îsal zêdetir bû. Ev jî diyar dike ku di milê xwendinê de gav hatin avetin.”

Rênas Fetah got ku tevlêbûn û hejmara pirtûkan zêde bû û wiha berdewam kir: “Ji bo zanebûna mirovan zêde bibe pêwîstiya xebatên bi wî rengî heye. Mirov pêwîst e ji xwendinê têr nebe. Xwendin zanebûna civakê bi pêş dixe. Civaka ku bê xwendin bimîne, dê pûç bibe û pêşketinê bi xwe re çênake.”

ANHA