'Şoreş yekgirtin û bawerî di nav gelan de afirand'

Di pîrozbahiya salvegera şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya li Kobanê de  hate gotin ku şoreşê hevgirtin û bawerî di nava gelên herêmê de pêk anî, bi hevgirtinê û baweriyê  Bakurê Sûriyê ji çeteya hate rizgarkirin.

'Şoreş yekgirtin û bawerî di nav gelan de afirand'
'Şoreş yekgirtin û bawerî di nav gelan de afirand'
'Şoreş yekgirtin û bawerî di nav gelan de afirand'
'Şoreş yekgirtin û bawerî di nav gelan de afirand'
'Şoreş yekgirtin û bawerî di nav gelan de afirand'
19 tîrmeh, 2018   20:31

KOBANÊ

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di şahiyê de axivî.

Foza Yûsif destpêka axaftina xwe de got, "6 sal li ser şoreşê re derbas bûn, di nava van salan li hemberî îradeya jin êrîş hatin kirin. Xwestin ku gel azad nebe, jin û ciwan kole bimînin. Êrîşa herî dawa ya li ser Efrînê ku bi dagirkerinê ji aliyê Tirkiyê ve bi encam bû."

 Foza Yûsif got, "Têkoşîna ku bi şehîdan destpê kir, tu kes nikare wê bide sekinandin. Çiqas êrîşên dijwar li dijî me werin kirin îradeya me naşkê."

Foza Yûsif, tekez kirin ku xeta têkoşînê berdewam e ta Efrîn ji dagirkeran azad bibe.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM‘ê Salih Mûslim jî axivî û destnîşan kir ku bi îradeya gel Kobanê Minbic, Reqa û Dêrazor hatin rizgarkirin.

Muslim bal kişand ku kesên dixwazin projeya Bakurê Sûriyê têk bibin û armaniya herêmê xirab bikin wê bi sernekevin û tekez kirin ku ew bi xeta avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng ve girêdayî ne.

Her wiha Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar jî got ku Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hevgirtina gelan çêkir, bi berxwedaniya gelên herêmên şoreş gihaştiye vê astê.

Derar got, "Kobanê li ber xwe da û bû bingha rizgarkirina herêmên din wekî Reqa û Dêrarozê."

Riyad Derar, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kirk u gelek partî li derdora MSD‘ê kom bûne û tekez kirin ku ew MSD‘ê li xeta rast a ber bi Sûriyeke azad ve dixebite.

(bb)

ANHA