Sibe dê Komxebata Zanîngehên Rojava were lidarxistin

Sibe dê Komxebata Zanîngehên Rojava li salona Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo werê lidarxistin.

Sibe dê Komxebata Zanîngehên Rojava were lidarxistin
Sibe dê Komxebata Zanîngehên Rojava were lidarxistin
19 tîrmeh, 2018   12:23

QAMIŞLO

Dê sibe li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo komxebatek ji bo pêşxistin, nîqaşkirin û xurtkirina  perwerdehiya zanîngehên Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin. Dê rêveber, mamosta û xwendekarên Zanîngeha Efrîn, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojava tevlî komxebatê bibin. Heman demê de, dê ji Zanîngeha Silêmaniyê Mamosta Hawjîn Molla Emîn, ji Zanîngeha San Francisco Pro. Andrej Grubacic, ji Zanîngeha Emden/Leer Pispor, Lêkolîner ê Aştî û Pevçûnê Dr. Mechthild EXO û Dr. Barbara Pade tevlî komxebatê bibûna. Lê heyeta ku xwest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, li deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin. Ji bo ku heyet derbasî axa Rojava bibin di 15, 16 û 17’ê mehê çûn ber deriyê Sêmalka, lê di gel hemû israran jî heyet hat astengkirin.

‘Me tiştek wisan ji aliyên Kurd hêvî nedikir’

Li ser mijarê Endama Komîteya Amadekar a Komxebata Zanîngehên Rojava Zeyna Elî axivî û diyar kir ku ev cara yekeme li Rojavayê Kurdistanê ev xewna wan a ji bo ziman û perwerdeya Kurdî pêk hat û wiha axivî: “Hêviyên me hebûn ku nêzîkatiyên Kurdan çi li bakur, çi li başûr ne bi vî awayî bin. Ev tişt girêdayî ye bi ziman û perwerdeya Kurdî û pêşeroja zarokên Kurd ve. Me ev hêvî nedikir, lê mixabin çêbû û mêvanên me hatin astengkirin.”

Her çendî bi awayek fîzîkî heyet ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin jî, dê endamên heyetê bi rêya Skype tevlî komxebatê bibin. Komxebat sibe di saet 09:30, li salona Zanîngeha Rojava li Qamişlo bê lidarxistin.

(bm)

ANHA