Tehranê serê vê mihê muhlet da Ewropiyan ji bo hevpeymanê biparêzin

Îranê heta serê vê mehê muhlet da Yekîtiya Ewropa da ku pêşniyarên xwe ji bo parastina hevpeymana nuklerî pêşkêş bikin û gefa vegera ji dosya nuklerî ya beriya hevpeymanê û ji wê bêtir xwar.

Tehranê serê vê mihê muhlet da Ewropiyan ji bo hevpeymanê biparêzin
24 hezîran, 2018   08:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê şandeyê Îranê ya danûstandinan dawiya meha vê hizêranê weke muhlet ji Yekîtiya Ewropa re nîşan da, ji bo pêşniyarên xwe yên parastina hevpeymana nuklerî bi Tehranê re nîşan bidin  û geva vegera li beriya hevpeyamê û ji wê bêtir xwar.

Serokê şandeyê Ebbas Îraqçî duh di daxuyaniyên çapemenî de wiha got: "Divê Yekîtiya Ewropa pêşniyarên xwe ji bo mayîndina hevpeymana nuklerî heta dawiya vê mehê pêşkêş bike. Eger Ewropa nikaribe gurzeke pêşniyarên parastina hevpeymana nuklerî pêşkêş bike, Tehran dê vegere qonaxa beriya hevpeyanê û ji wê bêtir."

Îraqçî destnîşan kir ku hevpeymana nuklerî rewşeke ne normal jiyan dike û diyar kir ku ew bi aliyên têkildar re hewl didin hevpeymanê vegerînin riya wê ya rast.

Îraqçî di daxuyaniyên beriya niha de li Biroksêlê ji dewletên (4+1) xwest ku kedeke zêdetir bidin, ji ber ku hevpeymana nuklerî ji ber vekişandina Emerîka ji hevpeymanê rewşeke awarte jiyan dike û guman kir ku dibe ku Tehran di van çend hefteyên bê de ew jî vekişe.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku di 8'ê gulana borî de serokê Emerîka Donald Trump vekişandina welatê xwe ji hevpeymana nuklerî ya bi Îranê re ragihand û xebatên xwe bi hemû cezayan ku ji ber hevpeymanê hatibûn taloqkirin ji nû ve dane destpêkirin. Ji ber vê yekê jî dewletên ku hevpeyman îmze kirine matmayî man û israr kirin ku hevpeymanê biparêzin û bi temamî pêk bînin.