Bi felsefeya azadiya jinan jiyaneke azad ji xwe re nexşe kirin

Gelek jinan bi rêya naskirina fikr û çandên azad û pêşxistina hişmendiya xwe û wergirtina perwerdeyên fikrî, karibûn xwe ji qeydên civakî yên paşverû ku li ser wan hatibûn ferzkirin, rizgar bikin.

Bi felsefeya azadiya jinan jiyaneke azad ji xwe re nexşe kirin
24 hezîran, 2018   08:01

ARAS YÛSIF – SÎLVA MISTEFA / HELEB

Jinên taxa Şêxmeqsûd di xwerizgarkirina ji zîhniyeta baviksalar û desthilatdar de ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve pêşeng bûn. Jin ji destpêka aloziya li bajarê Helebê ve beşdarî xebatên parastina taxên xwe bûn û saziyên xwe yên taybet ava kirin. Her wiha bi lehengî li dijî komên çete beşdarî berxwedanê bûn.

Dema ku em çîroka hin ji van jinan dibihîzin ku çawa bandor li derdora xwe kirine û sedemên ku hiştine bendên tirsê hilweşînin û ber bi azadiyê ve biçin, em dibînin ku îradeya jinan gelekî xurt e û dikarin gelek destkeftiyan bi dest xwe ve bînin, tevî ku hê jî gelek jin di bin nîrê kevneşopiya paşverûtiya civakî de ne.

Şêrîn Elî bi temenê xwe 39 salî ye û yek ji jinên ku karibû cihê xwe di nava komîn û saziyên jinan de bigire, rola xwe di avakirina civaka xwe de îspat bike û her wiha diyar bike ku stûna sereke ya avakirina civakeke demokratîk jin in.

Şêrîn Elî beriya ku fikrên azadiya jinan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bike jiyana xwe bi bîr anî û diyar kir ku jin rêberên civakê ne û wiha got: "Min her tim xwe azad didît û baweriya min der barê mijara azadiya jinan de şaş bû".

Şêrîn Elî di berdewama axaftina xwe de got ku li ser israra hevaleke wê ew beşdarî komîneke jinan bûye û piştre cihê xwe di rêveberiya komînê de girt û wiha domand: "Di destpêkê de gelek astengî der barê pênasekirina komînê de li pêşiya min derketin û ji bo min rola rasteqîn a komînê di civakê de ne zelal bû. Lê piştî çend mehan min rastiya komînê nas kir û min karibû bi rêya wê peywendiyê bi gelek jinan re bikim û wan beşdarî komînê bikim da ku ew jî karibin xwe bi rêxistin bikin.”

Şêrîn Elî dibêje ku wê felsefeya Rêber Ocalan di mêjiyê xwe de çandiye û di vê derbarê de wiha got: "Êdî min rola komên jinan di birêxistinkirina jinan de nas kir da ku rastiya jinan derkeve holê. Girêdayî vê yekê min felsefeya Rêber Apo bêtir nas kir û ez beşdarî gelek perwerdeyên fikrî bûm û waneyên ku min di perwerdeyan de werdigirtin min di jiyana xwe de dimeşandin.” Şêrîn Elî destnîşan dike ku kesayeta wê bi awayekî berbiçav hatiye guhertin û ew di demên borî de ji berpirsyariyê ditirsiya, lê niha ew dikare serbest bi jinan re zîhniyeta şaş gotûbêj bike û felsefeya azadiya jinan bide naskirin.

Mewlûde Umer ya 42 salî endama Komîna Şehîd Sewsen e. Mewlûde Umer diyar kir ku wan bê hêvî jiyana xwe derbas dikir û wiha pê de çû: "Min rastiya xwe nas nedikir. Jiyana min tenê di çarçoveya malê û cîranan de bû û tenê xizmeta zarokan bû. Lê piştî ku ez beşdarî komînê bûm, min gelek jin nas kirin. Min dît ku ez di xewneke bêwate de bûm."

Mewlûde Umer dibêje ku wê bi rêya komînê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê azadiya jinan de nas kiriye û wiha domand: "Ez ji cîhanekê derbasî cîhaneke nû bûm. Êdî jiyana min bi wate bûye."

Di dawiya axaftina xwe de Mewlûde Umer bang li hemû jinan kir ku beşdarî komînên jinan bibin û asta têkoşîna xwe ber bi azadiya jinan ve bilind bikin û xwe ji hişmendiya baviksalar û desthilatdariyê rizgar bikin.

ANHA