Başûrê Sûriyê û Bagera Cizîrê di rojnameyên Erebî de

Ji mijarên sereke yên ku di hefteya derbasbûyî di rojnameyên ereban de cih girtin, pêşdeçûnên rêjîma Sûriyê li başûrê Sûriyê û binkeftina operasyonên siyasî li Iraqê û guhertina hevbendiyên siyasî, her wiha şerê li Hudeydaya Yemenê û hewldanên Griffith ên çareseriyê û hilbijartinên Tirkiyê.

Başûrê Sûriyê û Bagera Cizîrê di rojnameyên Erebî de
24 hezîran, 2018   04:29

NAVENDA NÛÇEAYN

Sûriyê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê Hemleya Bagera Cizîrê de sernavê "DAIŞ baregeha xwe ya li Hesekê winda dike" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên QSD'ê ragihand ku wan Dişîşa ya parêzgeha Hesekê ji DAIŞ'ê standiye û nêzî sînorê Iraqê bûne.

Rojnameyê her wiha  li ser zimanê Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî sernavê "DAIŞ hêzên xwe li çolistana Dêrazorê ji bo girtina rêya stratejîk kom dike” avêt û wiha dom kir: "Armanca wan ew ku rêya di navbera Tehran û Beyrûtê de bigirin."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Duh di hewldanên navdewletî yên ji bo aloziya Sûriyê de lez hate qeydkirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku 3 dewletên garantor ên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îran) îro bi nûnerê NY’yê yê Sûriyê Steffan De Mistura re dicivin. Rojnameya El-Heyat der barê civîna ku di navbera nûnerê NY’yê yê Sûriyeyê Steffan de Mistura bi dewletên ku bi welatên navê mîsogerkar li xwe dikin û der barê mijarê de sernavê "Îtifaqa Tirkiye-Rûsya li ser Til Rifet û nakokiyên wan avakirina komîteya destûrê asteng dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku belavkirina parên opozisyonê di komîteya destûrê de û nûnertiya kurdan di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî derxist û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê wê di mijara diyarkirina komîteya destûrê 2 civînan di hefteyên pêş de li dar bixe. Civîna yekem dê di navbera wan de pêk were û ya duyemîn jî di navbera wan û Rûsyayê de pêk were."

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî sernavê "Başûrê Sûriyeyê agirê gur e… Ji kêmkirina şer ber bi meydana şer ve" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku çavkaniyên xwedî agahî destnîşan kir ku qonaxa siyasî bi alavên şer tê diyarkirin û wiha dom kir: "Di heman demê de şopdarên rewşa Sûriyeyê diyar kir ku tundiya li başûrê Sûriyeyê bi rêveberiya rejîma Sûriyeyê, Îran û Hizb El-Ah tê meşandin. Di heman demê de li ser pêşeroja Sûriyeyê Rûsya li gorî hevkariya bi Îsraîlê re tev digere. Bi taybet der barê bûyera ku dibe derkeve û bandorê li pevçûnên li başûrê Sûriyeyê bike. Her aliyekî şer li benda aliyê din e ku dest pê bike."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Vekişîna Îranê ji başûr rê li ber çareseriyê vedike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên rejîmê topbaran û bombebarana li ser başûrê Sûriyeyê didomînin û ev tişt anî ziman: "Di encamê de pêla koçberiya sivîlan a ber bi sînorê Urdinê ve zêde bû. Duh vekişîna hêzên Îranê bi kurbûna 40 kîlometreyan hate diyarkirin. Di heman demê de jî danûstandinên di navbera Urdin, Amerîka û çekdarên başûr de pêk hat. Ev yek jî diyar dike ku çareseriya aloziyan ku hêzên herêmî û navdewletî mudaxaleyî wê kiriye, nêzîk bûye."

Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Esed li Derayê cidiyeta tehdîdên Washingtonê diceribîne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku serokê Sûriyeyê Beşar Esad mijûlbûna civaka navdewletî bi pêkanîna destkeftiyan li başûrê Sûriyeyê qezenc kir û wiha dom kir: "Wiha peymana herêmên kêm aloziyan ku bi sponsoriya Amerîkayê pêk hate kirin, şikand. Di heman demê de ji bêdengiya Urdinê ya der barê mijarê de û daxwaza wê ya pêşxistina çareseriya siyasî qezenc kir."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat bal kişand ser serdana şandeya amerîkî ya ji bajarê Minbic re. Rojnameyê der barê mijarê de sernavê "Fermandarên leşkerî yên amerîkî: Kê Minbica Sûriyeyê ji DAIŞ'ê rizgar kiribe, wê bajar di destê wan de bimîne" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Malpera Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (Mersed El-Sûrî) aşkera kir ku şandeyek amerîkî ji fermandarên payebilind pêk tê, bi awayekî fermî serdana Minbicê kir û wiha dom kir: "Berpirsên Amerîkayê tekez kir ku bajarê Minbicê xetereyê li ser tu aliyan çênake û destnîşan kir ku ên bajar ji DAIŞ'ê rizgar kirin, dê bajar di destê wan de bimîne. Fermandaran tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya bi hêzên leşkerî yên Mibicê re bidomînin. Şandeya amerîkî li nava bajar geriya û rewşa heyî şopand.”

Iraq

Girêdayê hilbijartinên Rojnameya El-Ereb sernavekî xwe wiha bi nav kir "Hevbendiya El-Sedr -El-Amirî derfeta avakirina eniyeke serwer a Iraqê kêm dike." Rojnameyê diyar kir ku valahiya siyasî di navbera oldarê şîayî Muqteda El-Sedr û serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî zêde dibe û bi vê yekê derfet û şansên El-Ebadî ya wîlayeteke nû kêm dibe.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku gelek caran çavdêran El-Ebadî û El-Sedir di heman eniya şîayî de digirtin dest a li dijî eniya ku ji hevkarên Îranê pêk tê, lê şepêla El-Sedr ev katagorîzekirin têk şikand piştî ku bi alîgirên Tehranê re girt.

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de nivîseke bisernavê "Dageha Federal hemû aliyan razî dike û lîsteya encamên hilbijartinên Iraqê vedigerîne"  Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Dadgeha Fedaral a Iraqê duh biryar da ku dê li gorî sererastkirina parlamenteriyê ji qanûna hilbijartinan re, dest bi hejmartina dengan a bi destan bike. Dadgehê qebûl nekir ku encamên hilbijartinan ên li derve îptal bike. Bi vê yekê jî rê li ber deriyeke din vedike."

Yemen

Girêdayî mijara şer û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir "Lihevkirineke El-Hudeyda di çarçoveya pilaneke Griffith de". Rojnameyê diyar kir ku hin çavkaniyên Konseya Ewlehiyê aşkera kirin ku şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê Martin Griffith di civîneke girtî ya konseyê de lihevkirineke nû pêşniyar kiriye da ku şerê li Yemenê bi dawî bike.

Rojnameya Şerq El-Ewsat di vê çarçoveyê de nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Têkşikandinên hûsiyan.. û artêşa Yemenê li gelek eniyan pêşve diçe". Rojnameya El-Ereb jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Zextên leşkerî hûsî ber bi însiyatîfa Griffith ve vegerandin".

Rojnameyê diyar kir ku şerê vegerandina balafirgeha El-Hudeyda hemû hesabên hûsiyan hilweşandin. Hûsiyan navbeynkariya navneteweyî xwest da ku rêveberiya bendera bajêr pêk bînin.

Lîbya

Girêdayî mijara Lîbyayê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa Lîbyayê ji bo serweriya li ser kevana petrolê êrîşên xwe dike". Rojnameyê diyar kir ku bi nêzîkbûna temamkirina serweriya li ser bajarê Derna û rizgarkirina wê ji destê milîsên radîkal, fermandariya giştî ya artêşa niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya serbaz Xelîfe Hefter duh destpêkirina êrîşeke mezin a artêşê ragihand da ku komên çekdar ên di bin fermana Îbrahîm El-Cezran de ji her du benderên Raslanof û Sêrte yên devera "kevana petrolê" ya li bakurê welat biqewitîne.

Filistîn

Girêdayî mijara Filistînê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl kesên firokeyên kaxiz difirînin Xezayê armanc digire." Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir "Îsraîl avakirina dîwarê mezin li derdora Xezayê bi lez dike". Îsraîlê nêzî çaryek ji vî dîwarî ava kiriye."

 El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir "Agahiyên girêdayî 'girêdesta sedsalê' beriya Kushner li Îsraîlê". Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahu bi şêwirmendên mezin ên serokê Amerîkayê re û zavayê wî Jared Kushner û şandeyê çalakiya aştiyê Jason Greenblatt re girêdyaî çalakiya aştiyê û alîkariya mirovahî li Xezayê danûstandin kirine . Li aliyekî din li gorî hin agahiyan di korîdorên Koşka Spî de yên girêdayî "girêdesta sedsalê" guman e di demeke nêzîk de lihevhatineke der barê aloziya Filistînî – Îsraîlê de pêk were. Her wiha dibe ku Îsraîl ji hin bajarokên Qudsê vekişe û dê di taxên kevnar ên bajêr de bimîne.

Hilbijartinên Tirkiyeyê

Girêdayî mijarên hilbijartinên Tirkiyeyê ku dê sibê bêne lidarxistin, rojnameya El-Ereb gotareke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo xilasbûna ji Erdogan hilbijartinên sibê derfeta dawî li pêşiya opozîsyona Tirkiyeyê ye". Rojnameyê diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo derbasî toreya lêvegerê nebe tê dikoşe û diyar dibe ku Erdogan di rewşeke herî lawaz de ye.

 Koreya Başûr û Amerîka tevgerên xwe yên leşkerî yên hevbeş rawestandin

Di derbarê encamên lûtkeya Sangafora ya di navbera serokê Amerîka û serokê Koreya Bakur de, rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir "Xî Jîn Pîng bi Kîm re civiya û jê xwest hevpeymana Sangafora pêk bîne". Rojnameyê diyar kir ku serokê Çînê Xî Jîn Pîng li Beijîngê pêşwaziya serokê Koreya Bakur Kîm Jong-Un kir ji Pyongyang û Washingtonê xwest ku hevpeymana ku di lûtkeya Sangafora de hatiye îmzekirin pêk bînin. Li aliyekî din Koreya Başûr û Amerîka tevgerên xwe yên leşkerî yên hevbeş rawestandin. Koreya Başûr û Amerîka tevgerên xwe yên leşkerî yên hevbeş rawestandin