Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê berê xwe dan Minbicê

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê îro ji saetên sibehê ve ji bo piştgiriya gelê Minbicê û tevlîbûna çalakiya li dijî dagirkeriya Tirk a li herêmên Efrîn û Sûriyeyê, berê xwe da bajarê Minbicê.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê berê xwe dan Minbicê
20 hezîran, 2018   07:07

TEBQA

Bi sedan kes li ber erebe û otobusan li hev kom bûn, ji bo berê xwe bidin bajarê Minbicê û çalakiyan li dijî dagirkeriya tirk li dar bixin.

Her wiha beşdarekî ji vê meşê yê ji gundê Cirniyê yê Tebqayê Mihyeb El-Şihab axivî û wiha got: “Em li vê derê kom bûne ji bo ku em herin bajarê Minbicê û li wê derê çalakiyan li dijî dagirkeriya tirk pêk bînin û piştgiriya gelê xwe yê li Minbivê bikin li hemberî dagirkeriya tirk a faşîzmê."

(cu-ew)

ANHA