Li Eyn Îsa turnoveya futbolê ya "Şehîd Umer Elûş" destpê kir

Îro li Eyn Îsa turnova futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" bi tevlîbûna 15 tîmên navçeyê destpê kir.

Li Eyn Îsa turnoveya futbolê ya "Şehîd Umer Elûş" destpê kir
19 hezîran, 2018   19:56

GIRÊ SPÎ

Bi tevlîbûna 15 tîman navçeya Eyn Îsayê turnova futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" destpê kir.

Rojane dê 4 tîm ji demjimêr 16:00 heya 18:00‘an bilîzin.

Îro tîma El-Drobiyê û tîma Hêzên Parastina Civakê lîstin. Maç bi encama 1-1 bi dawî bû.

Endamê Komîteya Ciwan û Werzîş a Meclîsa Sivîl a Reqayê, Ebdulkerîm Ebas dirya kir ku aramnca wan ji turnovayê, derxistina tîmek ji bo tevlîbûna turnova giştî ya ku dê li ser asta Bakurê Sûriyeyê dê çêbibe, bibe.

Tîmên beşdar ev in: El-Hîşê, Leqleq, El-Drobiyê, Hezîme, Hêzên Parastina Civakê, Şehîd Arîn, Zilmên Kampê, Ciwanên Kampê, Kerek, Yekîtî, Hevaltî, Asayîşa Celebiyê, Ebo Xerzê, Ehyemer, El-Şer Kirak.

(şx)

ANHA