Komîteya Ewqaf Meqamê Ibrehîm Xelîl temîr dike

Komîteya Ewqaf a Kantona Girê Spî dest bi temîrkirina Meqamê Ibrehîm Xelîl a li gundê Eyn Aarûs kir. meqam di sala 2013'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû ruxandin.

Komîteya Ewqaf Meqamê Ibrehîm Xelîl temîr dike
Komîteya Ewqaf Meqamê Ibrehîm Xelîl temîr dike
Komîteya Ewqaf Meqamê Ibrehîm Xelîl temîr dike
Komîteya Ewqaf Meqamê Ibrehîm Xelîl temîr dike
27 gulan, 2018   11:14

GIRÊ SPÎ

Komîteya Ewqaf piştî erêkirina û lêkolîna Meclîsa Katnona Girê Spî dest bi temrîkirina Meqamê Nebî Îbrehîm Xelîl û mezgefta wê kir.

Xizmetkarê Meqam Hecî Elaya diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê dema herêm dagirkirin di sala 2013'an de Meqam ruxandin.

Mudîrê Komîteya Ewqaf Îsmaîl El-Îdan derbarê mijarê de got ku piştî lêkolîn û amadekaririna pirojeya temîrkirinê, wan piroje ji Meclîsa Kantona Girê SPî re pêşkêş kirin, da ku fatoreyên temîrkirinê bide.

Meqama Ibrehîm Xelîl yek ji cihên dîrokî yên herêmê ye. LI gundê Eyn Arûs hatiye çêkirin. Kaniya Eyn Arûs û Meqam bûne sedema ku welatî serdana herêmê bikin.

Li gelek welatên ereban meqamên Hezretî Îbrehîm Xelîl hene. Li Xelîl a Filistînê, LI tirkiyê û li Mekayê jî heye.

(dc)

ANHA