Av derbasî malan dibe û welatî banga çareserkirinê dikin

Şaredariya Gel a herêma Kerama diyar kir ji bo pirsgirêka derbasbûna avê ya di malan  de were çareserkirin pêwîstiya wan bi bi boriyên kanlîzasyonê heye.

Av derbasî malan dibe û welatî banga çareserkirinê dikin
Av derbasî malan dibe û welatî banga çareserkirinê dikin
Av derbasî malan dibe û welatî banga çareserkirinê dikin
22 gulan, 2018   15:28

EHMED ESAF / REQA

Barana ku demên dawî bariya, bû sedem ku xetên kanalîzasyonê yên herêma Kerama bixetimin, di encamê de av li kolanan belav bibe û derbasî malan bibe.

Welatiyê bi navê Xalid Hedib diyar kir ku ava kanalîzasyonê derbasî mala wî bû, ji ber ku borî xetimîne, di encamê de bihna nexweş tê û dibe ku nexweş derkevin.

Xalid Hedib, banga çareserkirinê li aliyên peywendîdar kir.

Rêveberê Komîteya Fenî ya Şardariya Gel a Kerama Yasir Kerem derbarê mijarê de anî ziman ku derfetên wan kêm e ku pirsgirêkê çareser bikin û daxwaz ji Meclîsa Sivîl a Reqayê kir ku hefteyê roja yekşemê alva vekirina boriyên kanalîzasyonê bişînin, ta ku xetên kanalîzasyonê werin sererastkirin.

(bb)

ANHA