Li Efrînê goran jî talan dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Remezanê de jî binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomîn in. Binesaziya herêmê hildiweşînin, dibistan, nexweşxane û gelek noqteyên xizmetguzariyê û cihên dîrokî û gorên kevin talan dikin.

Li Efrînê goran jî talan dikin
Li Efrînê goran jî talan dikin
Li Efrînê goran jî talan dikin
Li Efrînê goran jî talan dikin
Li Efrînê goran jî talan dikin
18 gulan, 2018   09:31

ROJ MÛSA/NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binesaziya Efrînê û cihê dîrokî hedef digre. Artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan didimîn in. Mal û milkên welatiyan talan dikin.

Gor û cihên dîrokî jî ji kiryarên çeteyan ne filitîn. Hemû kiryarên çeteyan bi fermana Artêşa Tirk tê kirin. Çete bi fermana Artêşa Tirk welatiyan direvîn in û beranberî serbestberdana wan pereyan dixwaz in. Rojane bûyerên bi vî rengî têne jiyankirin. Gelek caran çete li ser tiştên talan dikin lihev dikevin.

Goran jî talan dikin

Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê taxan û bajaran hedef digirin, lê belê heta goran û mezaran jî dikin armanca xwe. Welatiyê bi navê H-X yê ji Efrînê ragîhand ku Artêşa Tirk û çeteyên wê Gorên dîrokî vedikin û tiştên tê de talan dikin. Artêşa Tirk bi dehan mizgeft û cihê pîroz ên êzîdî û mislimanan jî hedef digrin. Binpêkirin û talankirina çeteyan hîn jî didome.

H.X yê ku wêneyek ji Mezarê Şêx Zêd a li taxa El-Zêdiyê ya Efrînê ji me re şand da zanîn ku çete çete gorên kevin talan dikin, hemû tiştên tê de davêj in derve.

Bi destpêkirina meha Remezarnê re jî çete bi kiryarên xwe rastiya islamê binpê dikin û ev karê wan li dijî exlaqê mirovahiyê û hemû peymanên navdewletî ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha jî gora Nebî Hûrî ya dîrokî ku li navçeya Şera ye talan kirin û tiştên dîrokî yên di gorê de birin. Çeteyan goristana Şehîd Seydo xirakirin. Her wiha goristana bajarokên Raco û ya Cindirêsê jî topbaran û bombebaran kirin.

Li aliyê din jî gora kesayetên navdar a kurd Nûrî Dêrsimî ya li Zarata Henan ê xira kirin.

(dc)

ANHA