Hilbijartinên Iraqê.. Parçebûn, etnîkî û girêdana bi derve ve - 2

Partî û hêzên Îraqyî yên hemû tayîfe hewl didin ku siyasetên hêzên piştgiriya wan dikin, pêk bîn in. Lê Şîa tevî ku nakokî di navbera wan de heye jî, lê ihtîmale ku ber bi hikûmeta piraniya siyasî ve biçin. Wiha jî dûrî nûnertiya sinî û kurdî ku karibe bandorê li girtina biryarê di 4 salên were de hebe, herin.

Hilbijartinên Iraqê.. Parçebûn, etnîkî û girêdana bi derve ve - 2
12 gulan, 2018   05:43

Senaryoyên muhtemel û nexşeya siyasî di hilbijartinên Îraqê de

YIHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Di Îraqê de neqşeya ku pir tê guhertin heye. Hevkarî, vekişîn û xebatên wekî din di çarçoveya amadekariya hilbijartinên ku dê roja 12'ê gulanê de pêk werin, têne lidarxistin. Ev hilbijartin di demeke ku gelek nakokiyên siyasî li Îraqê têne jiyankirin, pêk tê. Lîsteyên hilbijartinan piştgiriyê ji dewletên cîran digirin. Ji vê yekê jî zêdetir derbas bû, hin kesayetên siyasî têne ferizkirin û hin têne dûrxistin.

Şîa.. Pirojeye û pijarên wan ên pireng

 Ji bo hewldana nirxandin û pêşnerîna encamên hilbijartinan, divê em girêdanên hêz û partiyên siyasî lêkolîn bikin. Bi taybet di vê dema ku nakokiyên herêmî û navdewletî tê jiyankirin. Heger em li partî û hêzên siyasî yên girdayî Hevgirtina Niştimanî (Mala Şîa) binerin, bê guman ew bi aliyê Îranê ve diçe. Lê Serokwezîrê niha Heyder Ebadî û di riya hevkarî û nêzîkatiya wî ji Ewropa û Amarîka re, her wiha dewletên Kendava Ereban ji Îraniyan re bûye serêşeke mezin. Ji ber DYA hêza herî mezin a li ser Îraqê bandor dike, ew jî siyaseta xwe li ser Ebadî dide meşandin.

Di aliyê din de jî Îran di qada Îraqê de divê biçûk neyê dîtin. Hin hevkarên xwe kir tevgerê da ku bi Heyder Ebadî re bikevin hevkariyê, da ku misoger bikin ku careke din li cihê xwe nemîne.

Li gorî çavdêran Rêberê Rêxistina Bedir Hadî El-Amirî namzetê ku herî zêde piştgiriyê ji ÎRanê digire. Piştî hilbijartinan dibe ku namzetê serokwezaretê be. Ev jî di riya lêvegerên Şîa. BI taybet piştî ketina DAY ya Îraqê û rola wê di pêkanîna siyaseta wir de.

Hêzên navdewletî û herêmî hîn jî di nava guhertineke biçûk de ye, li gorî rola herêmî. DYA hêza herî mezin a xwedî bandore e. Piştî wê jî Îranê tê, lê welatên ereba rola wan pir biçûk e.

Heger me geşedanên têne jiyankirin bîn in ber hev wê demê em ê karibin parçebûnên mezin di nava koman de tê jiyankirin, bibîn in. Komên mezin hîn biçûktir dibin. Hevgirtina Niştmanî ber bi bûye 4 hevgirtinên mezin ve ye. Ev rewş di hêzên ku ji 2 hevkariyên mezin ve pêk tên, ev rewş di Hevgirtina Kurdistanê ku piştî refurnadum parçe bû, jî pêk tê.

Ihtîmalek mezin heye ku Hevgirtina Niştmanî bi dawî bibe, dibe ku avakirina hikûmetê piştî hilbijartinan bibe riya dawî ya vê Hevgirtinê. Dibe jî ku ev hevkariyên heyî nebin ên dawî. Lewma em dikarin vekişînan bi bin nakokiyên qanûnî de bibîn in.

Lê Îran hîn jî xwe bi kom û partiyên piştgiriya wan dike  digre. Di rojên pêş de xwe disperse hevgirtina El-Fetih û têkiliya wê bi Ebadî re jî bihêle, heger komên piştgiriyê ji DYA, Ewropa û welatên ereb biser ketin, dê bi wî jî bazaran di tureya duyemîn bike, da ku bi wan jî bazaran bike.

Pêşbirka mezin dê di navbera hevkariya Nesir ku Ebadî rêveberiya wê dike û piştigriya xwe ji hêzên rojavayî û DYA digre û di navbera Hevkariya El-Fetih ku Hadî El-Amirî serokatiya wê dike û piştgiriya xwe ji Îranê digre. Derfeta Ebadî ya serkeftinê dê ji ya El-Amirî zêdetir be.

Îran dê Malikî û dibe El-Hekîm bixe xeta ku piştgiriyê bide Hevgirtina El-Fetih, her wiha piştgiriya kesayeta Hadî El-Amirî wekî namzet ji Serokwezîriyê. Da ku derfetê li ber pirojeya DYA li Îraqê bigre.

Dibe ku pêşbirka herî li ber çavan di navbera Ebadî û El-Malikî de pêk were. Partiya El-Dewa ku piştgiriya El-Malikî dike dê serokwezaritiyê bixe dest, heger ev pêk hat. Heger El-Amirî biser neket, dibe ku ev pîlana anternatîf a Îranê be ku di riya El-Hekîm ve bighêjin desthildariyê.

Sînaryoya hevgirtinên dawî yên pêkanîna hikûmeta Iraqê di pêşbirkeke xeter de ye. Ber bi du aliyan ve diçe. Dibe ku Hevgirtina tayîfî ya Îraqê were dûrxistin. Riya din jî dibe ku Îranê bi komkirina bermahiyên Hevgirtina Niştmanî kom bike û di riya wan ve hikometek li ser esasê tayîfî saz bike. Îran bi vê yekê dê Îran ji xwe re wekî meydanek xweş misoger bike. Dê tu hêzên din  ji bilî Îranê bandore li rewşê neke.

Hêzên Sinî.. Ev çand sal in parçebûna siyasî û dûrî hêzê ne

Di hilbijartinên Îraqê de rewşa Siniyan ne bi hêze. Partiyek wan a siyasî û sîstema wan a sazîbûnê ya cidî ku karibin nûnertiyek fireh pêk bîn in, nîne.

Tu hêzên herêmî jî piştgiriya siniyên Îraqê nakin. Ji ber wê nikarin careke din mala xwe "Mala Sinî" komî ser hev bikin û hemû li ser yek pirojeyê werin gel hev. Hemû şekil û rêbazên piştgiriyê yên di hilbijartin û qonaxê berê de kes didan pêş. Ev kes jî li gorî biryarên hêzên navdewletî û herêmî tevdigeriyan. Lê di demên dawî de hewldanên herêmî û bi sponseriya navdewletî pêk hat ku pirojeyeke sinî careke din vejîn bike. Ev piroje da ku karibe xwe di qada siyasî ya Îraqê de beriz bike. Di riya vê pirojeyê hemû hêzên siyasî yên nêzî hikûmetê û muxalifên wan komî ser hev bikin. Nerîna wan nêzî hev bike da ku nerîneke sinî ya stratejîk derxîne pêş.

Nûnertiya siniyan li Îraqê li ber rewşeke zehmet de ye. Di nava pêşbirkê ye ku karibin berê hilbijêran bigirin ser xwe.

Li gorî nirxandina çavdêran wê sinî nikaribin nûnertiya xwe di hilbijartinan de zêde bikin. Niha derdora 50 parlemanetrên siniyan heye. Lê di beşdariya siyasî de bê bandor in. Ev yek ji ber ku pirojeya sinî nîne. Di heman demê de hêzên herêmî pişgiriya wan nake, ji aliyê din jî nakokiyên wan zêde ne. Lewma divê li benda hêzên Şîa yên çalak û perspektîfên wan bimîn in.

Di rewşa parçebûna hêzên sinî û kurdî dibe ku Mala Şîa ber bi hikûmeta piranî ve biçe. Wiha jî dûrî nûnertiya sinî û kurdî ya rasteqîn ku karibin di biryara 4 salên pêş de xwedî bandor be biçe. Lê berjewendiyên navdewletî û herêmî jî xwedî bandoreke mezin e.

Kurd..nakokiyên siyasî, nakokiyên bi Şîa û nêzîkatiya bi Suniyan re

Piştî bandora refurandumê û nakokiya bi partiyên Şîa re di navbera kurdan û şîa de dûrbûn çêbû. Bi taybet piştî kurdan feriq kir ku hevkariya bi aliyê Şîa re dê ne be riya pêkanîna destûra berjewendiyên kurdan biparêze. Beranberî vê yekê bangên nêzîkatiya di navbera siniyan û kurdan de di dema pêş de heye. Heger Serokwezîrê niha Heyder Ebadî di qonaxa dema pêş de têk çû û nikaribe qonaxa tayîfî ku niha rêveberiya Îraqê dike bi dawî bike.

Hin siyasetmedarên kurd dibêjin ku hêzên şîa bi tenê rêveberiyê dike, ev jî Îraqê dixe pirsgirkên hindir û derve. Her wiha tundiyê zêde dike. Dibe ku nêzîkatiya kurdî û sinî rê li ber serkeftina rêveberiyê vebike. Wiha jî qonaxa niha ya aloziyan li Îraqê bi dawî bike.

Hilbijartinên Îraqê û pêşbirka navdewletî û herêmî

Di dema hilbijartinên Îraqê têne lidarxistin, nakokiyên herêmî û navdewletî tê jiyankirin. Di vê çarçoveyê de Dr. Umer Ebdulsetar di nivîseke xwe de got ku ji sala 2014'an ve Îraq bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê ku Îran di nav de nîne ve hate girtdan. Di heman demê de girêdana wê ya bi Îrana herêmî ku ji sala 2005'an ve didome jî heye.

Wekî siniyan û kurdan Ebadî, Malikî, El-Amirî û El-Hekîm jî di navbera DYA ji aliyekî û Îran ji aliyê din ve disekinin. Hemû li ber deriyên hilbijartinên 2018'an e. Hemû jî li ber riyên ne diyar ku di hilbijartinên 2005'an de ne dihat jiyankirin disekin in.

Ihtîmal heye ku hilbijartinên sala 2018'an demeke din a rêveberiyê bide Ebadî. Dibe ku ew rê nede ku careke din DAIŞ derkeve. Rewşa Îraqê ber bi destûrê ve bibe. Rê li ber Heşid Şebî bigre ku nekeve parêzgehên sinî û herêmên  bi nakok de. Di heman demê de têkiliya Sinî bi Kevana Îranê ve bigre.

Dibe ku erebên sinî derfetekê wekî derfeta kurdan a piştî rizgarkirina Kiwêtê bibîn in. Ew niha valatiya siyasî li parêzgehên xwe digirin.

Pêwîstiya guhertin û veguhertinên heyî bi biryareke şîa ya zehmet heye. Divê Heşid Şehî xwe ji parêzgehên erebî yên sina û herêmên bi nakok bikşîn in. An jî dê werin beranberî hevkarên DYA. Dibe jî ku hevkariyên nû pêk werin û nimûneya Îraqê ya Fedralî biserkeve û nêzîkatiyek sinî kurdî ji aliyekî ve pêk were, her wiha nakokiyên şîa û şîa ya muhtemel derkevin holê. Wiha jî parçebûn di mala şîa de pêk were.

(dc)

ANHA