Xwediyê rojnameya Ozgur Gundemê Sancili hate girtin

Xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili hate girtin.

Xwediyê rojnameya Ozgur Gundemê Sancili hate girtin
11 gulan, 2018   10:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ozgur Gundemê roja 29'ê Cotmeha 2016'an ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hatibû girtin. Xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê Kemal Sancili jî pêr li navçeya Îpsala ya Edîrneyê hate destgîrkirin.

Piştî 2 rojên li emniyetê Sancili birin Edliyeya Îpsala. Dadgeha Tirk jî biryara girtina Sancili da û ew şand Girtîgeha Sîlîvrî.