Platforma partî, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê destpê kir

Platforma partî, rêxistin siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê dest pê kir.

Platforma partî, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê destpê kir
Platforma partî, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê destpê kir
21 nîsan, 2018   09:52

HESEKÊ

Platforma partî, rêxistin siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê bi dirûşemeya "Berxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyê têk bibeʺ dest pê kir.

Platform li salona Silko ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi sedan serokeşîreyên Ereb û Kurd, şandeyên ji sazî û desteyên hersê herêmên Bakurê Sûriyê, Hevserokên Meclîsa Damezrîner ên Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, nûnerên hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî, çand ên Rojava û Bakurê dest pê kir.

Di platforem dê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û rewşa şêniyên Efrînê  yên li Şehbayê werin nîqaşkirin.

Platform bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam bi xêrhatina beşdaran kir.

El-Ezam got, destê xedirê yên dewletên derve û yên herêmî dirêjî Efrînê kir û diyar kir ku armanca êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê zindîkirina Osmaniyan û têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.

Hisên El-Ezam li dijî planên Tirkiyê ya dagirker girîngiya hevgiritinê dest nîşan kir.

Platform bi axaftinan didome.

(bb)

ANHA