Leşkerên Tirk li ser sînorê Amûdê sivîlek gulebaran kirin

Leşkerên Tirk ên li ser sînor welatiyekî ji navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo bi guleyan hedef girtin. 

Leşkerên Tirk li ser sînorê Amûdê sivîlek gulebaran kirin
23 adar, 2018   21:25

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama gulebarana leşkerên Tirk de welatiyê bi navê Kamîran Bedran Kenan (25) birîndar bû. Kamîran ji gundê Tokê yê girêdayî navçeya Amûdê ye. Ev gund nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Kamîran ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Amûdê.   

(mm)

ANHA