Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê derman belav kir

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a navçeya Şedadê dermanên zarokan belaş li welatiyên bajarok û gundewarê wê belav kirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê derman belav kir
28 sibat, 2018   11:28

HESEKÊ – Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a navçeya Şedadê dermanên zarokan belaş li welatiyên bajarok û gundewarê wê belav kirin.

Di çarçoveya kar û xebatên alîkariya bi welatiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê de, Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê bi riya komîn û meclîsên navçeyên dermanên zarokan belaş li welatiyan belav kir.

Girêdayî mijarê Endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê Kewser El-Ehmed got ku belavkirina wan a dermanên zarokan di çarçoveya alîkariya bi welatiyan re ye, nemaze di vê demsala zivistanê de.

(jh)

ANHA