10 çeteyên DAIŞˊê hatin giritn

QSDˊê şaneyeke çeteyên DAIŞˊê li Dêrazorê têk bir û 10 çete girtin.

10 çeteyên DAIŞˊê hatin giritn
11 tîrmeh 2024   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî têkbirina şaneyeke çeteyên DAIŞˊê li Dêrazorê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSDˊê de wiha hate gotin:

"Di oprasyoneke li herêma Dêrazorê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOl) ên girêdayî QSDˊê çeteyê bi navê Ehmed Mehmûd El Qirşe (Ebû Meaz El Kurdî) ku di nava şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst de bipirsê teqemeniyan e girt.

Di lêpirsînê de terorîst Ehemd El Qirşe li xwe mukir hat ku wî erebe bombebarkirî amade dikirin. Yek ji wan erebeyan bi rêya xwekujekî li nuqteyeke leşkerî ya hêzên me li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê di 10ˊê Gulana 2024ˊan de hat teqandin. Di encama wê teqîna xwekuj de 3 şervanên me şehîd bûbûn û 7 şervan jî birîndar bûbûn.

Li gorî lixwemikurhatinên terorîst El Qişre, TOLˊê di operasyonên ewlehî yên cuda de 10 terorîstên din di toreke terorîstî ya girêdayî rêxistina DAIŞˊê de girtin. Wan 10 çeteyan di demên borî de gelek operasyon, di nava de operasyona terorîstî ya li Şihêl, pêk anîn. Hîna lêpirsîna bi wan re dewam dike."

(fr)