ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi sernavê ‘’6 sal ji dagirkeriya bi darê zorê û vegereke ewle mafê rewa ye’’ rûştineke diyalokê li dar xist. Di rûniştinê de daxwaza hesbxwestinê ji aliyên berpirsên sûcan û koçberkirina bi darê zorê û binpêkirinên berdewam hat kirin.

ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
ˋVeger maf e, divê hesab ji berpirsên koçberiya bi darê zorê were xwestinˊ
8 cotmeh, 2025   19:32
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên ji bo salvegera 6ˋemîn a dagirkirina Serêkaniyê de, komîteya Koçberan a Serêkaniyê rûniştineke diyalokê li bajarê Hesekê bi sernavê ‘’6 sal ji dagirkeriya bi darê zorê û vegereke ewle mafê rewa ye’’ li dar xist. 

Di rûniştinê de bi dehan rewşenbîr, çalakvan û mafnasên ji bajarê Serêkaniyê û Hesekê, koçberên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî amade bûn.

Rûniştin bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê dest pê kir. Di sînevîzyonê de dîmenên êşa koçberbûna bi darê zorê û zehmetiyên li pêşiya koçberan hatin pêşkêşkirin. Piştre nîqaş dest pê kirin. Di rûniştinê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; Rewşa Koçberan di navbera realîst û zehmetiyan de û mafê yasayî yê vegereke ewle û bi rûmet."

Mijara yekê ji hêla koçber Mihemed Cezai û endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehira Semo, endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Hemed Ubeyd û rojnamevan Silêman Tewîl ve hate birêvebirin.

ZEHMETÎ Û DERFET

Mihemed Cezai behsa zehmetî û pirsgirêkên koçberan li kampan ên peydakirina madeyên sereke yên jiyanê, rewşa tenduristî û nebûna rêxitinên kir.

RASTIYA KAMPAN Û STARGEHAN

Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Hemed Ubeyd diyar kir ku piraniya koçberan di kampan û stargehan de dijîn nikarin xwe li hember zivistanê û havînê ragirin. Ji ber ku di kampan û stargehan de zivistanê sar e û havînê germ e.

Hemed Ubeyd destnîşan kir ku nebûna piştgiriya rêxistinên mirovî zehmetiyên koçberan zêde kirine, ev yek bû sedema belavbûna nexweşiyan di stargehan de. Hemed bang li NY û civaka navneteweyî kir ku zextê li hikûmeta Tirkiyê û aliyên peywendîdar bikin da ku koçber bi ewleh vegerin warên xwe.

ROLA JINA KOÇBER

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo jî beha zehmetiyên jinan di kampan de kir û diyar kir ku jinên ji bajarê Serêkaniyê li gel zehmetiyan jî karîn xwe bi rêxistin bikin û piştgiriya hev di hemû waran de kir.

Zehra anî ziman ku jinan di êrişên ser bajêr de berdêlekî giran da, weke şehîdbûn, birîndar bûn û dizîna malên wan û got gelek zarok jî ji ber çekên kîmyewî birînên wan xeter in.

ROLA RAGIHANDINÊ DI BELGEKIRIN Û ALÎGIRIYÊ DE

Rojnamevan Silêman Tewîl ê ji koçberên Serêkaniyê ye behsa rola ragihandinê di belgekirina zehmetiyên koçberan de kir û bal kişand ser sûcên şer û binpêkirinên li dijî jinan li Serêkaniyê hatine kirin.

Tewîl destnîşan kir ku li gel şopandina kêm ragihandin bi roleke bandorker di gihandina dengê koçberan ji bo cîhanê de lîzt.

Mijara 2’emîn jî ji aliyê endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Kesîra Neîme û berpirsê têkiliyan ê komîtiyê Ciwan Îso û berdevkê komîteyê Mehmûd Cemîl ve hate birêvebirin.

MAFÊ VEGERÊ DI ÇARÇOVEYA QANÛNÎ DE

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Kesira Neîma li ser mafê yasayî yê vegerê axivî û diyar kir ku vegera ewle mafekî rewa ye ku ji hêla peymanên navneteweyî ve tê garantîkirin. Lewma divê ev maf were aktîfkirin û li gorî prensîbên edalet û rûmeta mirovan bicîhanîna wê were misogerkirin.

ASTENGÎ Û DIJWARÎYÊN VEGERÊ

Berpirsê têkiliyan ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso bal kişand ser astengiyên ku rê li ber vegera koçberan digirin, bi taybetî nebûna garantiyên destûrî û ewlehiyê û nepabenbdbûna hikûmeta veguhêz bi peymanên hatine îmzekirin re, weke peymana 10ˊê Adarê.

MEKANÎZMAYÊN YASAYÎ Û CIVAKÎ JI BO MISOGERKIRINA VEGERÊ

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl, li ser pêwîstiya aktîvkirina mekanîzmayên yasayî û civakî ji bo misogerkirina vegerê axivî û destnîşan kir ku gelek peyman mafê vegera kesên koçber û wergirtina tezmînatê destnîşan dikin, lê hikûmetên berê û ya veguhêz van xalan, bi taybetî xala 4’emîn a peymana 10’ê Adarê, ku bi vegera kesên bi zorê koçber bûne ve girêdayî ye, bicîh neanîne.

Piştre derfet ji bo nîqaşê hate vekirin. Di nêrînan de hat gotin ku koçberiya bi darê zorê sûcê şer e û diyar kir ku divê vegera ewle û rûmet bi garantiyên navneteweyî û herêmî were dabînkirin.

Rûniştina diyalokê li ser van daxwazên rewa bi dawî bû:

1-Pabendbûna bi mafê rewa yê vegera ewle û bi rûmet ji bo bajarê Serêkaniyê, û şermezarkirina bikaranîna hewcedariyên xelkê resen û kirîna milkên wan.

2-Pêwîst e hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pabendî pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê be. Her wiha divê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên der barê bûyerên li bajarê dagirkirî de bigirin ser xwe û ji bo vegera koçberan di bin çavdêriya NY de bixebitin.

3-Aliyên berpirsiyarên sûcên koçberkirina bi darê zorê û binpêkirinên berdewam ên li dijî sivîlan, weke girtin, revandin, talankirin û desteserkirina milkan, werin darizandin.

4-Dabînkirina piştgiriya mirovî, civakî û derûnî ji bo koçberan bi taybetî jin û zarokan, her wiha başkirina şert û mercên jiyana wan a di kampan de.

5-Avakirina sindoqeke neteweyî û navneteweyî ji bo piştgiriya projeyên vegerê û jinûve avakirinê, her wiha misogerkirina pişygiriya kesên ku milkên wan hatine dizîn.

6-Xurtkirina rola ragihandinê û rêxistinên civaka sivîl di veguhestina êş û azarên koçberan ji  raya giştî ya herêmî û navneteweyî re, her wiha balkişandina ser doza wan a dadmend û mafê wan ê vegerandina erdê wan.

7-Piştrastkirina yekitiya helwestê di navbera hemû koçberên Serêkaniyê de û xebat bi awayekî kolektîf ji bo parastina doza wan a dadmend bi hemû rêyên yasayî, mafên mirovan û dîplomatîk bê kirin.

(ac/fr)

ANHA