ˋFetih û Hemasˋê li ser avakirina komîteyeke piştgiriya Xezayê li hev kirˊ

Çavkaniyekî ewlehî yê Misrî diyar kir ku îro tevgerên Fetih û Hemasˋê li ser avakirina komîteyeke piştgiriya civakî ji bo birêvebirina Xezayê li hev kir.

ˋFetih û Hemasˋê li ser avakirina komîteyeke piştgiriya Xezayê li hev kirˊ
2 mijdar, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Misrî diyar kir ku tevgerên Fetih û Hemasˋê di dan û standinên xwe li Qahîreyê de li hember avakirina komîteyeke piştgiriya civakî ji bo birêvebirina kar û barên Şerîda Xezayê gelek nermbûn û erênî nîşan da.

Çavkanî got komîteya piştgiriya civakî girêdayî desthilata Filistînê ye û tê de kesayetên serbixwe hene û diyar kir ku dê komîte bi destûreke serokatiyê ji serokê Filistînê Mehmûd Ebas ve were derxistin û dê barê birêvebirina Xezayê hilgire.

Heman çavkanî anî ziman ku Misir peywendiya xwe bi her du aliyên Filistînî û Îsraîlî re ji bo pêkanîna agirbestekê li Xezayê û derbaskirina alîkariyên mirovî ji Xezayê re dewam dike.

(fr)