ˋYê ku tê xwestin şikandina pergala êşkence û qirkirinê yeˋ

Welatiyên li herêma Koçerat diyar kir ku diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re hemû dozên herêmê çareser dike. Welatiyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.

2 mijdar, 2024   18:56
QAMIŞLO

Di çarçoveya serdanên ku Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne de însiyatîfê ji kesayetên di Nivîsgeha rêxistina PYDˋê ya li gundê Hemze Beg ê herêma Koçerat a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê re civînek li dar xist. 

Di civînê de endamê însiyatîfê Fûad Colî axivî û got armanc ji van hevdîtinan nîqaşkirina li ser çawaniya firehkirina têkoşînê ye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

Colî diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk hatiye bi encama têkoşîna bênavber a gelên herêmê bû.

Beşdaran nêrînên xwe parve kirin û got ê ku tê xwestin soza bi Rêber Apo re were nûkirin, asta têkoşînê ji bo şikandona pergala êşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah were mezinkirin.

Beşdaran destnîşan kir ku çareserkirina dozên asê yê herêmê di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û diyaloga bi wî re de ye.

Endama însiyatîfê Necah Gulo jî got: "Me xwe di fikir û felsefeya Rêbertî de nas kir û em ê di wê yekê de dewam bikin û têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin."

(fr)

ANHA