Rêxistina PYDˋyê ya Almanya ji bo meşa Kolnê seferberî ragihand

Pêkhateyên PYD'ê yên Almanyayê ji bo meşa 16'ê Mijdarê ya li bajarê Kolnê yê Almanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“bê lidarxistin, seferberî ragihandin.

Rêxistina PYDˋyê ya Almanya ji bo meşa Kolnê seferberî ragihand
2 mijdar, 2024   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkhateyên PYD'ê yên Almanyayê, ji bo meşa ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin de, banga bi ruhê seferberiyê tev li meşê bibin, kir.

Pêkhateyên PYD’ê yên Almanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê civînek lidar xistin û xebatên meşa 16’ê Mijdarê hatin nirxandin.

Di civînê de li ser nirxandina xebatên heta niha hatine kirin û birêxistinkirina amadekariyên meşa 16’ê Mijdarê nîqaş hatin kirin.

Piştî civînê Endama Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê Zozan Rojava daxuyanî da.

Zozan Rojava diyar kir ku ji bo meşa Kolnê bi hêz derbas bibe wê hemû pêkhateyên wan bi ruhê seferberiyê beşdarî xebatan bibin û got: “Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ên li Ewropayê dijîn; yanî gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bicive. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê û ji bo azadiyê divê em hemû di vê meşê de cihê xwe bigirin. Divê wê rojê gelê me li qadan bin û em xebatên vê rojê bidin pêşiya hemû karên xwe. Ev roj ji bo gelê me rojeke dîrokî ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.