ˊSûdanî şandeyekê dişîne Herêma Başûrê Kurdistanê’
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Lîwa Yehya Resûl ragihand ku di civîna îro ya Desteya Wezîran a ewlekariyê ya Iraqê de, Sûdanî şandeyek bi serokatiya Şêwirmendî Ewlekariya Netewî ya Iraqê erkdar kir ku serdana Herêma Başûrê Kurdistanê bike û rewşa ewlehiyê bişopînin da ku helwesteke yekgirtî ji bo parastina serweriya xaka Iraqê bê nîşandan.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Lîwa Yehya Resûl ragihand ku di civîna îro ya Desteya Wezîran a têkildarî ewlekariyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şandeyek bi serokatiya Şêwirmendî Ewlekariya Netewî ya Iraqê erkdar kir ku biçe Herêma Başûrê Kurdistanê, rewşa ewlehiyê ya li Herêma Başûrê Kurdistanê bişopîne da ku bikaribin helwesteke yekgirtî ji bo parastina serweriya xaka Iraqê nîşan bidin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ev du meh e bi hezaran leşker, bi sedan wesayîtên zirxî ji bo dagirkeriyeke mayînde bi hevkariya PDK’ê 50 kîlo metre aniye nav xaka Başûrê Kurdistanê. Li gel hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re rojane gundên herêma Behdînanê tên bombebarankirin, bi darê zorê û bi rêya êrişên hewayî tên valakirin, nuqteyên kontrolê li nav xaka Başûr tên danîn, serweriya xaka dewleta Iraqê tê binpêkirin, lê li beramberî van hemû binpêkirinan heta niha ne hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, ne aliyên siyasî ne jî bi taybet hikûmeta Iraqê bertek nîşan nedaye.
Li gel nîşannedayîna bertekekê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û PDK’ê bi senaryoyeke çêkirî şewitandina bazarên li Dihok, Hewlêr û Kerkûkê xistin stuyê PKK’ê. Lewra çavê hemû aliyên Iraqî û gel li wê yekê ye ku dewleta Iraqê û hikûmeta Iraqê êdî çavên xwe ji dagirkeriya xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê re negire, li dijî dewleta Tirk tedbîrên cidî bigire û artêşa Tirk ji nav xaka Iraqê derxe.
Her wiha bêzariya gelê welatparêz ê Behdînanê yê li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê derket lûtkeyê û îro li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê rabûn serhildanê.