Parlamentoya Lîbyayê: Peymana Sîrac û Tirkiyê ji bo biçekirina terorîstan e

Parlamentoya Lîbyayê ragihand ku hevpeymana ku Sîrac a bi Tirkiyê re îmze kir, armanc dike ku hîna bêhitir terorîst bi çek bike û Sîrac bi vê yekê xiyaneta mezin dike.

Parlamentoya Lîbyayê: Peymana Sîrac û Tirkiyê ji bo biçekirina terorîstan e
28 November, 2019   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Lîbyayê di daxuyaniyekê de got ku hevpeymana ku Sîrac bi Tirkiyê re îmze kir, ji bo hîna bêhitir çekan bide terorîstan û got: "Tiştê ku Sîrac pêk anî, tewana xiyaneta mezin digre."

Parlamantoyê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku hevpeyman wekî gefên Tirkiyê ji ewlehiya Erebî û ji aştî û ewlehiyê di Deryaya Spî re bi nav kir.

Parlamantoya Lîbyayê da zanîn: "Hevpeymana ku Sîrac îmze kir, rê dide aliyê Tirkiyê ku bê destûr li asmanî Lîbya bigere. Artêşa Niştîmanî dê li hemberî komploya Erdogan bi meclisa serokatiyê û çekdarên terorîstan, bêdeng nemînin.

Hikumeta El-Wifaq a Lîbya hevpeymana ewlehiyê bi dewleta Tirk re îmze kir, wezîrê hundirîn ê hikumeta El-Wifaq Fethî Paşaxa îdia kir ku hevpeyman der barê tunekirina terorê û koçberiya nerewa ye.

(jo)