ˋEm ê tola xwe hilîninˊ

Yekitiya Jinên Ciwan li hember sûcên qirkirina jinan, jinên ciwan û zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza tolhilanîna ji dewleta Tirk û çeteyên wê da.

ˋEm ê tola xwe hilîninˊ
28 kanûn, 2024   17:50
REQA

Bi beşdariya endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê Yekitiya Jinên ciwan a kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê sûcên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê i dijî gelê herêmê pêk tîne, daxuyaniyekê da.

Endama Nivîsgeha Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Reqayê Hîbe Siwêhe daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 27ˋê Mijdara 2024ˋan ve li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê didin meşandin.

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê herêmê hovantirîn sûc û komkujî pêk anîne, nexasim li dijî jin û zarokan.

Di dawiyê de yekitiyê ev sûc û komkujî şermezar kirin û bi binpêkirina vîna jinan wesif kir. Her wiha yekitiyê soz da ku ew ê tola her jinekê ku sûc li dijî wî bîne ji dagirkeriya Tirk û çeeyên wê hilîne.

(fr)

 ANHA