Ji El Xiznewî bang: Bangên Kurdan pêk bînin

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan da. Her wiha Şêx Murşid El Xiznewî jî got ji bo misogerkirina mafên rewa pêwîstî bi yekrêziya Kurdî heye.

Ji El Xiznewî bang: Bangên Kurdan pêk bînin
Ji El Xiznewî bang: Bangên Kurdan pêk bînin
Ji El Xiznewî bang: Bangên Kurdan pêk bînin
28 kanûn, 2024   18:25
QAMIŞLO

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dgairker û çeteyên wê li ser herêmê û piştgiriya QSDˋê û banga yekrêziya Kurdî li sûka navendî ya Tirbespiyê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di protestoyê de Şêx Murşid El Xiznewî axivî û got: "Gelê Kurd ji bo ku bi azadî û rûmet li ser xaka xwe bijî di dirêjahiya dîrokê de fedekariyên mezin dane û li hember van fedekariyan jî xaka wî hat parçekirin."

El Xiznewî wiha got: "Niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide jinûv siyaseta xwe ya mêtingeriyê û qirkirina gelê Kurd vegerîne. Em ji vir jê re dibêjin ku em yek dest in û gefên wê me natirsînin, berdêl çi dibe bila bibe em ê xaka xwe rizgar bikin."

El Xiznewî bang li cîhanê kir ku piştgiriya QSDˋê bikin û pê de çû: "Ev hêz mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê diparêze û piştgiriya wê erkekî nîştimanî, mirovî û exlaqî ye."

Her wiha El Xiznewî bang li partiyên Kurd kir ku bangên gelê Kurd ên yekrêziyê pêk bînin û ji bo misogerkirina mafên wî yên rewa berê xwe bidin Şamê.

Çalakiya protestoyê bi diruşmên "Bijî berxwedana QSDˋê" û"Na ji dagirkeriya Tirk re" bi dawî bû.

(fr)

ANHA