Tulay Hatîmogûllari: Divê têkoşîna ekolojiyê bi aştiya civakî re bê meşandin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya derbarê COP31'ê de anî ziman ku xwezaya Kurdistanê tê talankirin û divê têkoşîna ekolojiyê bi aştiya civakî re bê meşandin.

Tulay Hatîmogûllari: Divê têkoşîna ekolojiyê bi aştiya civakî re bê meşandin
14 mijdar, 2026   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllariyê têkildarî Konferansa 31'emîn Peymana Çarçove ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya (COP31) li Antalyayê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li otêlekê hat lidarxistin.

Tulay Hatîmogûllariya ku COP31'ê, qirkirina ekolojiyê, polîtîkayên enerjiyê û edaleta avhewayî nirxand, diyar kir ku Tirkiye bi rûxandineke ekolojik, hinardeya bermayiyan û xebatên madenvaniyê re rûbirû ye. Tulay rexne li COP31'ê girt û got ku çareserî têkoşîna parêzvanên xwezayê û jîngehê ye.

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku ew li dijî Yasaya Avhewayê ya Hejmar 7554'an e û bal kişand ser mirina karkeran, zirara ku didin xwezayê û tunekirina qadên jiyanê. Tulay bal kişand ser talankirina xwezaya li Kurdistanê û destnîşan kir ku divê têkoşîna ekolojiyê bi aştiya civakî re bê meşandin.

Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Cîhan a me hemûyan, siberoj a me hemûyan e. Ji bo rizgarkirina mirovahiyê û tevahiya bûneweran em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin."