YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

YRK'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehadeta şervanê xwe Çekdar Paytext ê ku di 2`ê Îlonê de li Pêncewînê şehîd bûye aşkere kir, sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû
6 cotmeh, 2026   14:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî aşkere kir.

YRK'ê diyar kir ku 2'ê Îlon (2026) hevrêyê wan Çekdar Paytext li herêma Pêncewînê dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû ji ber qezayeke newext şehîd bû.

YRK'ê di serî de malbata Çekdar Paytext ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd bi vî rengî ye:

Nav paşnav: Bariş Akan

Nasnav: Çekdar Paytext

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dem û cihê şehadetê: 02.09.2026 / Pêncewîn

Di dewama daxuyaniye de li ser kesayet û têkoşîna Çekdar Paytext ev agahî hate dayin:

"Hevalê me Bariş Akan bi nasnav Çekdar Paytext li nav dilê Kurdistanê li bajarê Amedê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinyayê vedike. Bi ruhê welatparêziya di nava malbat û herêmê de mezin dibe û li ser wî esasî her tim xwe zana û perwerde dike.

Di nava civakê de piştî ku rastiya sîstema Modernîteya Kapîtalîst nas dike rêya herî rast ji bo xwe jiyana rêxistinê dibîne. Di nava malbatê de birayekî hevrêyê me bi navê Nîzam Akan ango Çekdar di sala 1994’an şehîd dibe. Hevreyê me navê birayê xwe li xwe dike û di sala 2023'an de bi navê Çekdar berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava refên me de bi dilsozî, kelecan, hezkirina xwe ya beramber jiyan û rêxistinê mohra xwe li dîroka jiyana gerîlatiyê dide. Sekneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nake û di demek kin de xwe digihîne asta milîtaniya bi her tiştê xwe re girêdayî Welat û felsefeya Rêber Apo. Hevreyê me kêliyên xwe yên jiyana gerîla wiha pênase dike; ya esas rêxistin e, her heval ji bo hev canê xwe feda dike. Li ser van bingehan wê her tim mîna sembola hevaltî di nava refên me de mezin be.

Wek yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê em carek din ji malbata hevreyê xwe ya hêja re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku em ê di her kêliyê têkoşîna xwe de bi ruhê bê hempa yê hevrêyê xwe Çekdar tevbigerin. Pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên me ya ji bo jiyaneke azad erka me ya sereke ye. Li ser vê bingehê em careke din soz didin ku ala wan em ê bigihînin serketinê."