YPJ: Rêzgirtina têkoşîna jinan pîvanekî mirovî û gerdûnî ye

YPJ'ê êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û nepêşwazîkirina cenazeyê Xezal Mewlan ji aliyê nexweşxaneyê ve şermezar kir û diyar kir ku "Jina Kurd ji bo azadiya gelê xwe herdem bi dilek wêrek, fedakar û pêşeng têkoşiyaye, rêzgirtina têkoşîna jinan jî pîvanekî mirovî û gerdûnî ye."

YPJ: Rêzgirtina têkoşîna jinan pîvanekî mirovî û gerdûnî ye
20 nîsan, 2026   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê der barê êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û nepêşwazîkirina cenazeyê Xezal Mewlan ji aliyê nexweşxaneyê ve daxuyaniyek da.

"Jinên Kurd ji bo parastina mafên gelê xwe tê dikoşin, li ber xwe didin û di oxira yekitî û yekrêziya Kurd de berdelên giranbûha didin. Di têkoşîna maf û edaletê de jin pêşengiyeke berdêla wê girane dike. Ji ber wê jî rêzgirtina jinên şoreşger pîvaneke mirovî û exlaqî ye. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe sînorên dagirkeran hildiweşînin û rê nadin polîtakayên parçekirinê. Ji ber wê ye li hemû deverên Kurdistanê jin dibin armanca hêzên dagirker. Lê jinên Kurd bi îradeyeke ji pola û baweriyeke berz têkoşîna xwe bilind dikin.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jinên têkoşer pêşmerge Xezal Mewlan, Nada Mîrî û Semîra Alayarî bi rêzdarî bibîrtinin û didin xuyakirin ku dengê tifinga jinên Kurd tenê bang û daxwaza azadiya jin û gelê Kurd dike.

Jin li hemberî feraseta desthiladar bi wêrekî têkoşînê dikin. Em êrişên li hemberî baregehên pêşmergeyên Komale yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Îranê ve tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Em wek YPJ diyar dikin ku şehadeta 3 jinên pêşmerge Nada, Semîra û Xezal ne tenê ji bo malbat, rêxistinên wan, ji bo me û ji bo gelê Kurdistanê û hemû hêzên azadîxwaz windahiyeke bi êş û giran e. Em bi taybetî bal dikişînin ser wê ku êrişên li ser jinên pêşmerge ne tenê êrişeke leşkerî ye, di heman demê de hewldaneke siyasî ya ji bo têkbirina rola jinan a di têkoşîna azadiyê de ye. Armanca van êrişan ew e ku deng û hebûna jinan a di qada siyasî, leşkerî û civakî de kêm bikin. Lê weke jinên Kurd em ê bi biryardarî û baweriyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin û gavek jî paşve neavêjin.

Sedem çi dibe bila bibe, em pêşwazînekirina termê Xezal Mewlan ji aliyê nexweşxaneyên herêma Kurdistanê ve û piştî şehîd bû jî ji bo wacibên olî negirtina mizgeftê rast nabînin û em banga lêpirsîneke lezgîn a der barê vê bûyerê de li cihên pêwendîdar dikin. Ji ber Xezala ku giran birîndar bû, dikarîbû bihata rizgarkirin. Ev nêzîkatî di warê hestî û mirovî de ji bo me hemû jinan û gelê Kurd giran hat. Xezal weke jineke Kurd parastina ax û welatê xwe hilbijart. Ew weke jineke Kurd bi erkên xwe yên niştîmanperweriyê radibû. Li hemberî wê jî tu bereyên siyasî pêwîste ji bo cudahiya fikrî berjewendiyên civakî û neteweyî piştguh nekin û bi taybet jî li hemberî têkoşîna jina Kurd a azadiya welat rêzdar bin.

Di van demên ku ji her alî ve êriş li ser gelê Kurd hene, bê ku ferq û cûdahî bixin nava rêxistin û partiyên Kurdan divê em ji bo hevdû bibin palpişt.

Em bang li hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî yên Kurdistanê dikin ku li dijî van êrişan bi yekdengî rawestin û yekitiya neteweyî bi hêz bikin. Di demeke wisa de, parastina destkeftiyên gel û şehîdan tenê bi hevkarî û yekgirtinê pêkan dibe. Her cûdabûn û dubendî tenê dikare dijminan zêde bike.

Em di serî de ji malbata hêja ya Xezal Mewlan, hevalên wê yên têkoşînê û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Jina Kurd ji bo azadiya gelê xwe herdem bi dilek wêrek, fedakar û pêşeng têkoşiyaye, rêzgirtina têkoşîna jinan jî pîvanekî mirovî û gerdûnî ye. Em careke din di şexsê şehîd Xezal Mewlan de tevahî jinên welat hez û têkoşînvanên azadiyê silav dikin û em bawer in siberoja azad û bi ewle wê di pêşengiya jinan de misoger bibe."

(bb)