Rêveberiya Xweser lîsteyên nûneran ji bo tevlî wezaretên hikûmeta bibin amade dike

Rêveberiya Xweser lîsteyên nûnerên ku beşdarî wezaretên hikûmeta demkî bibin, amade dike, lîste li gorî pîvanên jêhatîbûn û pisporbûnê, bi armanca  yekkirina saziyan de tên amade kirin.

Rêveberiya Xweser lîsteyên nûneran ji bo tevlî wezaretên hikûmeta bibin amade dike
20 nîsan, 2026   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet di nav Rêveberiya Xweser û komîteya dan û standinan de ji ajansa me re eşkere kirin ku amadekariyên îdarî yên berfireh dest pê kirine da ku lîsteyên nûnerên ku beşdarî wezaretên hikûmeta demkî bibin were amadekirin.

Li gorî agahiyan, Rêveberiya Xweser dê hilbijartina navan li gorî du pîvanên sereke; pisporbûn û jêhatîbûn û ezmûn pêk bîne da ku rola wezaretan xurt bike.

Armanca van xebatan ew e ku xebatên saziyan li ser bingeha beşdarbûnê di rêvebirina welêt de yek bikin, û pisporiya ji gelê herêmê bidin hikûmeta demkî, ku dê bikaribin pirsgirêkan bi bandortir birêve bibin.

(k)