Yekitiya Jinên Suryanî navê xwe guhert

Konferansa 6‘emîn a Yekitiya Jinên Suryanî bi encamnameyekê dawî bû. Navê Yekitiya Jinên Suryanî jî bû Saziya Jinên Suryanî.

Yekitiya Jinên Suryanî navê xwe guhert
28 tebax, 2026   21:51
QAMIŞLO

Konferansa 6‘emîn a Yekîtiya Jinên Suryanî îro bi dirûşmeya " Dest Bi Dest Em Mirovahî û Welat Ava Dikin" li bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

Piştî axaftinan û nîqaşan, biryar hat dayîn ku navê yekitiyê bibe Saziya Jinên Suyranî.

Konferansa bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate gotin:

"Di qonaxeke werçerxê de ku Sûriyeyê tê re derbas dibe, li gel guhertin û arîşeyên li pêşberî siberoja mirovan, welat û nasnameyê, îro 28‘ê Tebaxê Konferansa 6‘emîn a Yekitiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê bi dirûşma ‘Dest bi des tem mirovahî û welat ava bikin‘ hat lidarxistin. 255 endamên yekitiyê û hejmarek kesayet û encamên tevgerên jinan û civakî beşdar bûn.

Konferans bi armanca nirxandina xebata saziya ya qonaxa berê, nirxandina rewşa jinan û astenigyên li pêşiya wan, di heman demê de ji bo dîtina nêrîneke nû ji xebatên jinan re ku li gorî qonaxa heyî pêk hat.

Di konferansê de hate gotin, jin ne wergirên biryaran in, lê şirîkên biryardanê ne, bêyî beşdariya tevahî û çalak a jinan avakirina Sûriyeyeke dadmend, demokratîk û pirrengî ne pêkan e.

Her wiha serbilindiya xwe bi rola jinên Suryanî di parastina ziman, nasname û çandê, xurtkirina hevgirtina malbat û civakê de, têkoşîna wan a li dijî şert û mercên şer û koçberiyê hat nîşandan. Hate diyarkirin ku divê ev rol veguhere pozîsyonek rêveberî û beşdarbûnê di şekildana siberojê de."

Di encamnameyê de îşaret bi van armancan hatin kirin:

1- Divê beşdariya jinan di jiyana siyasî, civakî û çandî, cihên biryardanê û saziyên dewletê de were pêşxistin. Wekhevî û têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakarî, tundî û nijadperestiyê werin xurtkirin.

2-Ji bo qanûnên ku mafên jinan, rûmet, xweseriya wan û hebûna wan di saziyên dewletê û navendên biryardanê de werin danîn, divê xebat bê kirin.

3-Divê Sûriyeya nû li ser esasê hemwelatîbûnê, edalet, wekhevî, rêzdariya li hemberî pirrengiya çandî, olî û mafên hemû pêkhateyên wê be.

4-Divê mafên jinên Sûriyeyê bi awayekî adilane û çalak di saziyên dewletê û navendên biryardanê de werin mîsogerkirin û beşdariya wan di sazkirina siberoja Sûriyeya nû de hebe.

5- Zimanê Suryan mîrateya dîrokî û çandî ya erdîngariya Sûriyeyê ye. Divê hebûn, mafên neteweyî, çandî û zimanê yê gelê Suryan werin parastin rola jnan di parastina zimanê Suryan were mîsogerkirin.

6-Divê jin di aliyê aborî de bi rêya perewrde û destekkirina projeyan û peydakirina derfetên kar werin bihêzkirin û eleqa bi jinên ku ji ber şer û koçberiyê mexdûr bûne were dayîn.

7-Avakirina jinên ciwan ên pêşeng ku karibin berpirsyariyê hilgirin, beşdarî jiyana giştî bibin û rola jinan Suryan û ezmûnên wan belge bike û bîranînên wan ji bo nifşan biparêzin.

 8-Xurtkirina tevkariyê bi saziyên jinan, sivîl û çandî yên li Sûriyeyê û derveyî wê, berfirehkirina beşdariya saziyê di qadên herêmî û navneteweyî de da ku dozên jinan û mafên mirovan biparêzin.

9-Têkoşîna li dijî dijî gotinên nefretê, cudakerî û sorkirinê. Belavkirina çanda diyalog, aştî, jiyana hevbeş û xurtkirina girêdana gel bi erd û nasnameya wê ve.

10-Pêşxistina xebata sazîbûnê ya saziyê û aktîfkirina şaxên wê. Her wiha veguhertina encamên konferansê bo bernameyeke pratîkê.

Pêkanîna van armancan erkekî civakî ye. Em di wê baweriyê de ne ku avakirina welat bi avakirina mirovan dest pê dike û bêyî jina azad û zane ya ku karibe beşdarî cihên biryarê bibe, avakirina mirovan temam nabe.

Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo her jineke suryanî ku bi nasname, ziman û çanda xwe ve girêdayî be, ji civaka xwe re vekirî be û karibe siberoja xwe û ya welatê xwe ava bike, bixebitin."

(bb)

ANHA