Netanyahu: Me biryara avakirina kembera ewlehiyê li Sûriyeyê da

Netanyahu got, Îsraîlê biryar daye ku li Sûriyeyê "kembereke ewlehiyê" ava bike. Her wiha Tirkiye û Sûriyeyê ji pêşketina ber bi başûr ve hişyar kir.

Netanyahu: Me biryara avakirina kembera ewlehiyê li Sûriyeyê da
28 tebax, 2026   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got Îsraîlê biryar daye ku li dijî êrişeke muhtemel a "Cîhadîstan" li Sûriyeyê "kembereke ewlehiyê" ava bike. 

Netanyahu diyar kir ku Îsraîlê naxwaze hêzên Tirkiyeyê ber bi başûr ve biçin.

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku wî rêveberiya Sûriyeyê agahdar kiriye ku rê nede Tirkiye ku ber bi başûr ve pêşde were û got: "Statuyek heye. Ev statuya heyî hatiye binpêkirin an jî planên binpêkirina wê hene. Îsraîlê ji Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew ê rê nede avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li balafirgehek li başûrê herêma ku hêzên Tirkiyeyê lê bicîh bûne."

Netanyahu aşkera kir ku peyam bi rêya Amerîkiyan û kanalên din û rasterast bi rêya Sûriyeyê  ji Tirkiyeyê re hatiye şandin û bi lêv kir ku "Wisa xuya dike ku peyam nehatiye fêmkirin, ji ber vê yekê me neçar ma ku wê bi awayê ku em jê re dibêjin rêbazên kînetîk bigihînin."

Netanyahu got: "Em naxwazin pevçûn çêbibe, lê Îsraîl nikare tenê xwe bispêre niyetên dijmin. Dema ku tu lawaz bî, wê êrişî te dikin, lê dema tu bihêz bî , ew rêzê li te digirin û bi yên bihêz re aştiyê dikin."

(bb)